Di ser jêrzemînên Cizîrê re 3 sal derbas bûn: Wê DMME biryara xwe aşkere bike

img

ŞIRNEX - Di ser kuştina 137 kesên li Cizîrê di dema derketina qedexeya derveye de li jêrzemînên malên xwe asê man û hatin kuştin de, 3 sal derbas bûn. Wê DMME, di salvegera bûyerê de biryara xwe aşakere bike. 

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 roja dewam kiribû. Di dema qedexeyê de 137 kes di jêrzemînên 3 avahiyan de asê mabûn û hatibûn şewitandin. Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn, lê ne şêniyên navçeyê ne jî xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan ev bûyera ku Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo wê gotibû "dîmeneke wekî qiyametê", ji bîr kirine. 
 
HÎN JÎ HIN CENAZE WINDA NE 
 
Di jêrzemîna yekemîn 31, di ya duyemîn de 62 û di ya sêyemîn de jî 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dan Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, rojnamevan Rohat Aktaş, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê, hunermendên NÇM'ê, endamên KJA'yê û gelek xwendekar û zarok hebûn. 
 
Li van jêrzemînên ku bi gotinên "Me çok danenî. Bila yên mayî bi me serbilind bin" ên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, tê bîra mirovan hîn jî cenazeyên hin kesên jiyana xwe winda kirin nehatine dîtin. 
 
LI SER JÊRZEMÎNAN TOKÎ HATIN ÇÊKIRIN 
 
Piştî bûyerê, avahî hatin rûxandin û şûna wan bi molozan hat dagirtin û paşê li ser wan dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ'yê hat kirin. Hîn jî derdora vê qadê bi bariyeran dorrpêç kiriye û tê gotin hîn jî cenaze di wir de hene. 
 
Der barê kesên hatin kuştin de lêpirsîn hatin destpêkirin, lê belê der barê piraniya van lêpirsînan de biryara "neşopandinê" hat dayîn û mirin wekî "li gorî hiqûqê" hatin qebûlkirin. 
 
WÊ DMME, DI SALVEGERA BÛYERÊ DE BIRYARA XWE AŞKERE BIKE 
 
Her wiha, li ser navê Omer Elçî û Orhan Tûnç serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. DMME'yê serlêdana ji bo Orhan Tûnç qebûl kir û danişîna serlêdanê di 13'ê Mijdara 2018'an de pêk hat. Parêzerên dosyeyê, daxuyandin ku wê DMME di salvegera jêrzemînan yanî di 7'ê Sibatê de biryara xwe aşkere bike. 
 
'BILA ÊDÎ KES NEMIRE'
 
Yek ji kesên di jêrzemîna yekemîn de hat kuştin jî Ramazan Îşçî yê 16 salî bû. Dayika wî Hatîce Îşçî ku got "ên ev êş nekişandibin nizanin", îşaret bi wê serdemê kir û got: "Em ji televîyonê hîn bûn ku kurê min di jêrzemînê de ye. Piştî ji bo erzaq bikire derket derve, hew hayê me jê çêbû. Ji bo em wî xelas bikin em derketin, lê belê polîsan destûr neda." 
 
Dayik Îşçî ku got "heta em sax bin em ê zarokên xwe ji bîr nekin", xwest kiryar bên darizandin û êdî kes nemire. Dayik Îşçî got: "Em aştî û azadiyê dixwazin. Bila êdî xwîn neherike." 

Sernavên din

10/02/2019
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike