AMED - Li Sûrê, bi biryara "îstimlaqkirina lezgîn" hatibû xwestin ku mala wî jê bistînin. Li ser vê rayedar serdana Kebîr kiribûn û soz dabûnê ku dê wî têxin karekî û alîkariya wî bikin. Lê belê sozê hatin dayîn yek jî bi cih nehatin. Heta medyaya hawizê ev yek bi ser navê "Dewlet, li Amedê xwedî li welatiyên 30 sal in bi tena serê xwe dijî derket" serwîs kiribû.
Li Taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê, rûxandin didme. Li Taxê li şûna avahiyên tên xerakirin vîllayên duqatî tên çêkirin. Yek ji van malan jî li Kuçeua Sîmarê mala Erol Kebîrê 55 salî ye.
Par Midûrê Polîtîkayên Malbat û Civakê ya Bajêr Halît Açar, serdana Kebîr kiribû û soz dabû ku ew ê wî têxe karekî û alîkariya wî bike. Ajansa fermî ya dewletê Anadolû Ajansi jî ev yek bi sernavê "Dewlet, li Amedê xwedî li welatiyên 30 sal in bi tena serê xwe dijî derket" serwîs kiribû.
‘ALÎKARÎ NEDAN'
Kebîr, bilêv kir ku tu soz bi cih neanîne û got: "Kesên berê ji min re gotin em ê alîkariyê bidin te, em ê xanî bidin te û te têxin karekî, tu tişt nekirin. Heta gotin, ger tu bixwazî bizewicî em ê aliyê te bikin. Açar, ev soz dan lê bi cih neanîn. Wexta hatin vir, bi rûkenî hatin. Kêfa min jî hat, 500 lîre xistin bêrîka min û gotin wê ev alîkarî dewam bike. Meger, ew pere jî pereyê ji bo alîkariya kirê bûye. Ji bo ez ji mala xwe derkevim û têkevim xaniyê bi kirê dan min. Paşê hayê min ji vê rewşê çêbû. Paşê ez jî çûm cem wî. Ewilî got 'tu ketî xaniyê bi kirê?' Herkes ji min re dibêje çima nakevî xaniyê bi kirê. Yahû, ev der xaniyê min ê bi tapo ye. Madem wisa ye, ne vir be bila xaniyekî bidin min, bila sozê xwe bi cih bînin ku ez derkevim."
GOTIN 46 HEZAR LÎRE
Kebîr, bilêv kir ku ji bilî vî xaniyî tu tiştekî wî tune ye û got: "Ez li vê malê çêbûm. Niha 55 salî me. Ji bo vê malê re dibêjin 25 salî ye. Ev mal jî ne ya min tenê ye, sê hîsedarê wê hene. Ji bo vê dibêjin 46 hezar lîre."
DANIŞÎNA DOZÊ SIBÊ YE
Serokatiya TOKÎ'yê, ji bo rûxandina xanî doz li Kebîr vekiribû. Kebîr, diyar kir ku danişîna dozê, wê di 7'ê Sibatê li Dadgeha Asliye Hiqûq a 7'an a Amedê pêk bê û ji ber parêzerê wî tune ye ew nikare baş doza heqê xwe bike. Kebîr, diyar kir ku ger dadgeh biryareke neyînî bide ew ê li kuçeyan bimîne.
Kebîr, bilêv kir ku betal e û ji bo kar tim serî li ÎŞKÛR'ê dide.