AMED - Li Amedê, jina bi navê Ş.H., li ajandaya xwe gotinên strana "Apê Mûsa" ya Grûp Mûnzûrê nivîsandibû. Ji ber peyva "heval" a di stranê de doz lê hat vekirin û hat girtin.
Li Amedê, di 27'ê Çileyê de polîsan avêt ser mala jina bi navê Ş.H. û ew binçav kirin. Bêyî agahî bidin malbatê û parêzeran Ş.H. 3 rojan di bin çavan de ma. Piştî 3 rojên di binçavkirinê de Ş.H. sewqî edliyeyê hat kirin û lê belê li dozgeriyê hay jê çêbû ku ji ber çi tê twanbarkirin. Li dozgeriyê jê re hat gotin ku di sala 2007'an de li Amedê tev li çalakiyeke korsan bûye û dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Dadgeriya Ceza ya Sulhê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtina Ş.H. da.
Emniyetê wekî delîl lepikekî ku şopa tiliyên Ş.H. li ser in û gotinên strana "Apê Mûsa" ya Grûp Mûnzûr ku li ajandaya xwe nivîsandibûn, berpêş kir.
HEVAL KÎ YE?
Parêzer Ozum Vûrgûn, destnîşan kir ku tu eleqeya muwekîla wê bi çalakiya korsan a tê îdiakirin re tune ye. Parêzer Vûrgûn got: "Ev şopa tiliyan, li ser lepikên lateks ku herkes bi kar tîne hatiye dîtin. Lê belê tê îdiakirin ku ev lepik di êrîşeke molotofî de hatiye bikaranîn. Muwekîla min, ji ber vê hatiye binçavkirin. Di lêkolîna ser medyaya civakî de jî tenê sê ecibandin û parvekirinek wekî delîl hatine nîşandan."
Vûrgûn, bal kişand ser gotinên strana ku wekî delîl jî hatiye nîşandan û got: "Dadger, ji muwekîla min pirsî 'Heval kî ye? Hûn canê kê distînin ku ev naqedin.'"
Vûrgûn, bilêv kir ku Grûp Mûnzûr ev stran ji bo Mûsa Anter gotiye, lê belê dadger ev stran û gotinên vê stranê wekî "dokumana rêxistinî" nirxandiye û bi hinceta "ev agahî ne, nivîsandinên kodkirî ne" biryara girtinê daye.
‘HEVAL, APÊ MÛSA YE'
Vûrgûn, destnîşan kir ku her çend wan ev yek rave kiriye jî, lê belê dadgehê guh nedaye wan û muwekîla wê girtiye. Vûrgûn got: "Em careke din dibêjin heval, Mûsa Anter e. Mûsa Anterê ku li Meclîsê li kujerên wî tê gerîn."