ÎZMÎR – Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulay Gun Bîlîcî ku ji Girtîgeha Jinan a Şakranê derket, bal kişand ser rewşa tenduristiya 3 jinên di greva birçîbûnê de û got, vîtamîna B1 nayê dayîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 91'ê de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya 291 girtiyî jî di roja 53'yan de didome. Li girtîgeha Jina ya Şakraanê jî ji 26'ê Kanûna 2018'an ve rahşan Aydin, Ebrû Guden û Gulten Akgun di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulay Gun Bîlîcî ku ji Girtîgeha Jina ya Şakranê derket, bilêv kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên jinên di greva birçîbûnê de zêde dibin û rêveberiya girtîgehê wan baş kontrol nake.
‘OIŞTÎ ROJA 20'AN KARBONAT DAN'
Bîlîcî, bi bîr xist ku ew hemşîre ye û wê li gor derfetên qawîşê tenduristiya 3 jinên di greva birçîbûnê de dikir. Bîlîcî, da zanîn ku wê di rojên pêş de hejmara kesên di greva birçîbûnê de zêde bibin. Bîlîcî, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê tenduristiya girtiyan baş kontrol nake û got: "Bijîşkên girtîgehê tenê li tansiyon û nabiza girtiyên di greva birçîbûnê de dinerin. Diviya 2-3 rojan carekê li xwîna wan binerin, lê mixabin ev yek nayê kirin. Hin derman û karbonat hene divê bidin kesên di greva birçîbûnê de. Lê belê piştî roja 20'an karbonat dan. Jixwe vîtamîna B1 nadin. Bijîşk diket hundir digot 'tiştekî we heye?' û muayene nedikir. Heta carinan bêyî guh bidin rewşa hevalên me yên diçûn bi parêzerên xwe re hevdîtin çêdikin û tevahiya rojê kontrolên rûtîn nedihatin kirin."
'ME PLANSAZIYA XWE ÇÊKIRIBÛ'
Bîlîcî got: "Êdî hevalên di greva birçîbûnê de hin tiştan ji bîr dikin. Westanek li ser wan heye. Hêdî hêdî jibîrkirin li wan peyda dibe. Pir zihîf nebûne, çimkî di warê vexwarina tiştên avî de me plansaziyeke standart çêkiribû. Plansaziya ku rêveberiya girtîgehê çênekir me çêdikir. Bi taybetî jî me ji fêkiyên ji kantînê dihatin, ava wan deridxist. Me nedihişt zêde şekir bixwin. Rojê me 5 kevç şekir, du kevçî xwê û hinekî karbonat dida wan. Me bixwe vîtamîna amade dikirin û didan hevala."
Bîlîcî, destnîşan kir ku jin di greva xwe de bi biryar in û got: "Divê dewlet ji bo bidawîkirina tecrîdê demildest hin gavan bavêje. Asta tecrîda li Îmraliyê zêde bûye. Her çend derketibim jî, em ê li derve xwedî li têkoşîna wan derkevin. Li girtîgehê kengî moralê me xirab bibûna, berxwedan û kena çalakgerên di greva birçîbûnê de hêz dida me."