AMED - Malbatên Roboskiyê, ji bo piştevaniyê çûn serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye.
Malbatên Robsokiyê ku ji ber bombebarankirina Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 34 zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, çûn serdana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 90 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Hayyam Encu ku di Komkujiya Roboskiyê de kurê wê Şivan Encu jiyana xwe ji dest da û Velî Encu ku di komkujiyê de birayê wî Serhat Encu jiyana xwe ji dest da, hatin Amedê û çûn mala Leyla Guven. Di serdanê de Guvenê got: "Di bombebaranê de dilê we perçe perçe bû, qîrîna we qîrîna gelekî bû. Qethiyen ji bo min li ber nekevin, canê min ji ê zarokên wan ne çêtir e."