WAN – HDP li Wanê lez daye xebatên hilbijartinê û yekemîn buroya hilbijartinê ya Wanê li navçeya Westanê vekir. Namzeta Hevşareariya Wanê Bedîa Ozgokçe got: “Em ê 14 şaredariyan jî bistînin. Em ê bi ser bikevin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Yekemîn buroya hilbijartinê ya Wanê li navçeya Westanê vekir. Namzeta Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, namzetên Hevşaredariya Westanê Veysî Şeker û Melek Arapoglu, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wan Bedîa Ozgokçe axivî û got: “Em daketin qadê û me dît ku hemû serdan û civînên me vediguherin mitîngê. Îlahî em ê qeyûman bişînin. Em ê li Wanê 14 şaredariyan jî bistînin. Em amade ne û em ê bi ser bikevin. 17 sal e desthilatdarin û 17 sal e jî dibêjin em ê ji we re kar û nan bînin. Me dît ka welêt jî çawa birêve dibin. Tenê êşek anîn welêt ew jî rondikên çava ye.”
Piştî axaftinê li ber stranan govend hat gerandin. Namzetan bi welatiyan re qurdeleya buroyê birî û vekirina buroyê pêk anîn. Pişt re jî namzetan esnaf ziyaret kirin û li rewşa wan pirsîn.
RÊYA ARMÛŞÊ
Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt jî bi rêveberên partiya xwe re li bazara sewalan ziyaret kirin. HDP’yî bi çepikan hatin pêşwazîkirin û namzetên hevşaredariyê li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.
Namzetên Hevşaredariyê pişt re jî derbasî bazara kayê bûn û welatiyan ziyaret kirin û li vir jî li daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar kirin.