MEXMÛR - Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Koma 18'emîn, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku bi armaca şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dewir girt.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a bi armaca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 52'an de berdewam dike. Koma 18'emîn a ji 20 kesan pêk tê bi merasîmekê çalakî dewir girt. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fedîle Tok jî ji 20'ê Çile ve li dijî tecîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û eşkere dike ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bike. Beriya ku kom bê guhertin, ji bo tevayî kesên di têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgiritinê, çalekgerê koma 17’emîn Mamosta Ehsan Çelî axivî. Mamosta Ehsan Çelî di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû çalekvanan û gelê amade kir û wiha axivî: “Pêwîste em gelê Kurd êdî bêdengiyê qebûl nekin, bila dengê me bi yê Îmraliyê re bibe yek. Ji bo serkeftina gelê Kurd berxwedan, ked dayin pêwîste. Em bang li CPT û yê dibêjin em mafê mirovan diparêzin em bang li wan dikin ku xwedî li berpirsyartiya xwe derkevin.”
Mamosta Ehsan Çelî, anî ziman ku Kurd bi biryare, van neheqiyê ku li ser gelên berxwedêr tê meşandin bi tu şêweyî qebûl nakin û serî natewinin û got: "Ji bo koma 18’emin em serkeftin dixwazin.”
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeyên, ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.