AMED - Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku daxwaza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hiqûqiye û got: “Bêhiqûqî li Kuristina dest pê dike û li Tirkiyeyê belav dibe. Divê gelên li Tirkiyeyê jî, li dijî tecrîdê helwestek hevpar nîşan bidin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 90’î berdewam dike. Li gel Guven, li Hewlerê çalakiya Nasir Yagiz di roja 77’an, çalakiyên li girtîgehan di roja 52’yan, li Gallerê çalakiya Îmam Şiş û li Strasbourgê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 51’an de berdewam dikin.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan Îmam Taşçier ê beşdarî çalakiya nobetê ya HDP’ê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya grevên birçîbûnê dest pê kir bû, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya grevên birçîbûnê û bêdengiya hikûmetê ya li hemberî çalakiyan de, axivî.
Taşçier, diyar kir ku Komara Tirkiyeyê li ser înkar Kurdan heya avakirin û wiha axivî: “Makezagona 1924’an dîsan li ser înkara Kurdan hatiye amade kirin. Ji dîroka Komarê ve Kurdên ku tên înkarkirin têkoşînek bê eman didin. Di encama vê têkoşînê de li Rojhilata Navîn bûne xwedî aktorek mezin. Êdî bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn siyaset kirin, ne mimkune.”
‘HEWL DIDIN BI TECRÎDÊ KURDAN DIBIN ZEXTAN de BIGIRIN’
Taşçier, anî ziman ku hewl tê dayîn ku bi tecrîda li ser Ocalan Kurdan dibin zextan de bigirin û wiha got: “Birêz Ocalan girtiye û mafên wî yên bigehîn hene. Mafê wî heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Ev di hiqûqa Tirkiyeyê de jî heye. Ceza çi dibe bila bibe, ev mafên bingehînin. Lê niha hiqûqa xwe binpê kirine û destûrê nadin hevdîtina bi Birêz Ocalan re. Bi vê tecrîdê hewl didin Kurdan dibin zextan de bigirin.”
‘DAXWAZEK HIQÛQIYE’
Taşçier, da zanîn ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe ev 90 rojin di greva birçîbûnê deye û wiha bilêv kir: “3 mehin çalakiya wê berdewam dike û rewşa wê krîtîke. Guven bi xwe jî got heya ku daxwaza wê neyê qebûl kirin, ewê dest ji çalakiya xwe bernede. Dîsan li tevahiya girtîgehan berxwedan dewam dike. Lê hikumet bi israre ku van daxwazan bi cih neyîne. Daxwaza Leyla Guven a rakirina tecrîdê hiqûqiye. Daxwazên hiqûqî nayên nîqaş kirin. Lê hiqûqa dewletê van daxwazan nebîne. Li Tirkiyeyê 25 mîlyon Kurd dijîn û ev nayê dîtin.”
‘PÊWÎSTÎ BI HELWESTEK HEVPAR HEYE’
Taşcier, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku daxwazên Guven bên qebûl kirin û ji girtîgehan agahiyên mirinê neyin, divê hêzên mûxalîf ên civakî helwestek hevpar nîşan bidin. Îro çalakiyeke ku 90 rojan berdewam dike heye. Lê daxwazên heyîn nayên qebûl kirin. Ger mûxalefetek bi hêz dernekeve holê, dê tirsa heyî kurtir bibe. Divê saziyên civaka sivîl, saziyên mafên mirovan û parazvanên demokrastiyê ji bo rakirina tecrîde helwestek hevpar nîşan bidin. Encex bi vî awayî tecrîd ji holê rabe.”
‘DIVÊ GELÊN LI TIRKIYEYÊ XWEDÎ VAN DAXWAZAN DERKEVIN’
Taşçier, destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê tê birêve birin, divê tenê bi Kurdan sînordar nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelên li Tirkiyeyê jî xwedî van daxwazan derbikevin. Pêwîste gelên li Tirkiyeyê daxwazên demokratîk û hiqûqî biparêzin. Lazime ku gelên li Tirkiyeyê, li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Îro bêhiqûqî li dijî me tê kirin, sibe jî dê li dijî wan bê kirin. Çawan ku qeyûm tayînê şaredariyên me kirin û gelên Tirkiyeyê li hemberî vê bêdeng man, dûre jî qeyûm tayînê Stenbol û Enqerê jî kirin. Ji ber ku bêhiqûqî li Kuristina dest pê dike û li Tirkiyeyê belav dibe.”
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç