AMED – Nazîfe Kûrt, dayika Abdûllah Kûrt ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 52 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku bi şev xew bi çavê wan nakeve û got: "Dilê me qayîl nabe em xwarinê jîçêbikin." Nîzamettîn Yener, bavê Şaban Yenerê ku xistin hucreyê jî, xwest dawî li tecrîda li Îmraliyê bê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 90'î de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya 281 girtiyî di roja 52'yan de ye.
'QANÛNÊN XWE PÊK BÎNIN'
Nazîfe Kûrt, dayika Abdûllah kûrt ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 52 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtî li dijî bêhiqûqîtiyê di nava çar dîwaran de dest bi çalakiyê kirine û diyar dikin ku ew ê van pêkanînên derî mirovahiyê qebûl nekin. Kûrt got: "Daxwaz aşkere ne. Divê dawî li tecrîdkirina li Îmraliyê û li hemû girtîgehan bê. Gotin, heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê greva birçîbûnê dewam bike. Ji ber rêyên din hatine girtin, çalakiya greva birçîbûnê didome. Em ji ti kesî parsê nakin. Qanûnên xwe pêk bînin. Bila dawî li tecrîda li Îmraliyê bê. Bila dawî li îşkencekirina girtiyan bê."
Kûrt bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê û got: "Rewşa wan xirab be jî, ji bo em li ber nekevin dibêjin baş e. Vîtamîna B nayê tedarikkirin. Em dizanin zihîf bûne. Nikarin baş bilivin. Ji ber vê şik û guman li me peyda bûne. Divê demildest hin gav bên avêtin. Her diçe rewşa zarokên me xirabtir dibe. Berî xisarên mayînde rû bidin diê dewlet havina bavêje. Tevî Leyla Guven bi sedan hevalên me di greva birçîbûnê de ne."
‘ÊDÎ NIKARIM LI MALÊ XWARINÊ ÇÊBIKIM'
Dayik Kûrt, bilêv kir ku êdî ew li malê xwarinê çênakin û got: "Bi şev xew bi çavê min nakeve. Gelo wê xeberek nexêr bê? Em li malê xwarinê çênakin. Destê min naçe tiştekî. Nikarim xwarinê çêbikim. Bêhizûr im. Jixwe girtîne û we ceza li wan biriye. Hûn doza çi li zarokê me dikin. Li wir jî nahêlin rihet bin. Ger rewşa wan, şertên wan baş bûna jixwe wê neketana greva birçîbûnê."
Dayik Kûrt, bang li heresî kir û got: "Bang li gelê kurd dikim. Bila xwedî li zarokê me derkevin. Bila wan tenê nehêlin."
DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE
Nîzamettîn Yener, bavê Şaban Yener ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 52 roj in di greva birçîbûnê de ye, xwest dawî li tecrîda li Îmraliyê û zext û zoriyên li ser zarokên wan ên girtî bê. Yener got: "Zarokên me di greva birçîbûnê de ne û bi her awayî heqaret li wan tê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Li nav çar dîwaran her diçe rewşa wan xirabtir dibe. Em nikarin wisa bisekinin. Tu heqekî wan tune ye ku zilmê li zarokê me bikin. Kurê min xistine hucreyeke yekkesî. Muameleya nebaş pir zêde bûye. Êdî em nikarin wan bibînin. Telefon jî qedexe kirine."
Bav Yener, bbang li herkesî kir ku xwedî li girtiyan derkevin.