RIHA - Namzetên HDP'ê yên Sîweregê Tûran Tuysuz û Emîne Çetîner, destnîşan kirin ku êdî gelê navçeyê ji qiraliyet û dîktatoriyê bêzar bûye û gotin: "Em jî li gor rêgezên partiyê, ji bo bibin bersiva bendewariyên gelê navçeyê bûn namzet."
Bi salan e, navçeya Sêwreg a Rihayê, bi piştgiriya dewletê di xizmeta hin malbatan de ye. Lê belê, gelê navçeyê bibiryar e ku dê di 31'ê Adarê de ji bo guherînê biçe ser sindoqan. Namzetên HDP'ê yên Sêwregê Tûran Tuysuz û Emîne Çetîner, destnîşan kirin ku ew ê di 1'ê Nîsanê de rêveberiya şaredariyê dewrî gel bikin.
‘WÊ SÊWREG BIGUHERE'
Tûran Tuysuz, bi bîr xist ku Sêwreg ji 32 bajarên Tirkiyeyê mezintir e, lê belê niha veguheriye gundekî mezin. Tuysuz got: "Bi salan siyasetmedaran xizmeta vir nekir. Ji ber van siyasetmedaran navçe veguheriye gund. Heta niha partiyên li ser kar bûne ji bo Sêwregê tu tişt nekirine. Em ê tevî hevşaredara xwe ya jin, li gor polîtîkayên partiyê tev bigerin û em ê nîşan bidin bê HDP çi dike."
‘EM Ê KIRINÊN XWE WEKÎ LUTFEKÊ BERPÊŞ NEKIN'
Tuysuz, diyar kir ku partiyên din bi derfetên dewletê tev geriyane û wekî lutfekê berpêşî gel kirine, lê belê ew ê sêweregiyan ji vê yekê rizgar bikin û got: "Xizmetên bi derfetên dewletê tên berpêşkirin, a rast di dewletên civakiyî de mafê gel e. Divê em nîşan bidin ku ew bi bacên gel tê kirin. Alîkariyên ji bo zarok û extiyaran wekî lutfekê tên berpêşkirin, lê dîsa jî kêm in. Ya ku em ê bikin wê şaredariya civakiyî be. Erdên Sêwregê pir in lê cotkar û sewalvan perîşan bûne. Bazareke heywanan heye û heftê 7 rojan saet di navbera 5-8'an de dixebite. Li tu deverên Tirkiyeyê bazareke ku heftê 7 rojan tê vekirin tune ye. Lê belê ji ber bêxwedîtiyê, li van bazaran sewalvan di nav çend saetan de perîşan dibin. Bi taybetî jî havîna nikarin ji ber germê bixebitin. Em ê bi du bazarên heywanan ên nû hewl bidin ku gel rihet bibe."
Tuysuz, bang li gelê navçeyê kir ku di bin banê HDP'ê de bicivin û ji bo hilbijêrên ku dengê xwe didin partiyên din jî got: "Werin em bi cudatiya HDP'ê şaredariya xwe bi rê ve bibin."
‘WÊ JIN LI ŞAREDARIYÊ BIN'
Emîne Çetîner ku ji ber zext û zoriyên Aşîreta Bûcakê mecbûr man ji gundê xwe derkevin, piştî salan ji HDP'ê bû namzeta navçeyê. Çetîner, bilêv kir ku wê êdî navçe bi HDP'ê bi rihetî bêhnê bistîne. Çetîner, bilêv kir ku gel ji wan hêviya gelek tiştî dike û ji bo ew bibin hêviya gel ji niha ve dest bi xebatên xwe kirine. Çetîner got: "Me serdana esnafan kir, me serdana malbatan kir. Êdî ji vê kraliyetê, ji vê dîktatoriyê bêzar bûne. Êdî ji zilma AKP'ê bê bêzar bûne. Li gor rêgezên partiyê, ji bo em bibin bersiva bendewariyên gel em bûn namzet. Wê cara ewil li Sêwregê şaredariyeke şeffaf çêbibbe. Ya herî girîng jî projeyên me yên ji bo jina ne. Ji ber rewşa bajêr, hatina hevşaredarên jin a Rihayê hin guman çêbûn. Lê belê hevalên me yên jin ev feraset şikand. Wexta Leyla Guven bû şaredara Wêranşarê, digotin 'ma jinek dikare şaredariyê bi rê ve bibe?' Lê belê Leyla Guven û hevalên jin ên din, bi partîkên xwe vê ferasetê tune kirin. Sedama çewsandinên AKP'ê yên li ser jinan, tirs e. Wê ev tirs tim li ser wan be, çimkî wê jin tevî hemû qadên jiyanê li şaredariyan bin jî."