ÎZMÎR – Li penaberê îranî Esmaîl Fattahî, bi îdiaya "li ber polîs rabûye û heqaret kiriye" 7 meh û roj cezayê girtîgehê û 10 hezar û 600 lîre jî cezayê pereyan birîn. Fattahi got: "Ne li Îranê ne jî li Tirkiyeyê ewlehiya min tune ye."
Penaberê îranî Esmaîl Fattahî, ku 4 sal berê ji ber sedemên siyasî ji Îranê berê xwe da Tirkiyeyê û li Denîzliyê bi cih bû, hin kesên xwe wek polîsan dan naskirin lê geriyan. Lê ji ber Fattahî, hevdîtina bi van kesan re qebûl nekir, di 24'ê Gulana 2018'an de bi îdiaya "îxbar heye" polîsan avêt ser mala wî û ew binçav kirin. Fattahî ku di statuya penaberê siyasî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, hem di dema avêtina ser malê de hem di me li wesayîta polîsan hat siwarkirin hem jî li emniyetê hat derbkirin.
Bêyî îfadeya wî bê girtin hat berdan, lê belê ji ber hat derbkirin giliyê polîsan kir. Li ser vê bi îdiaya "li ber polîsan rabûye û heqaret li wan kiriye", der barê Fattahî de lêpirsîn hat detspêkirin û îfadeya wî hat girtin. Dadgeha Ceza ya Asliye ya 1'ê ya Denîzliyê bi heman îdiayê doz li Fattahî vekir û dadgehê 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê û 10 hezar û 600 lîre jî cezay pereyî lê birî.
Fattahî, bertek nîşanî biryara dadgehê da û bilêv kir ku giliya wî ya der barê polîsan de esas nehatiye girtin. Fattahî, anî ziman ku polîs ji bo ser sûcê xwe bigirin doz vekirine û di dema danişînê de şahidên sixte anîne û got: "Ma ez ê bi awayekî kelemçekirî çawa li ber polîsan rabim? Ez ê çawa li ber xwe bidim? Min heqaret nekir. Tenê min got 'hûn ê hesabê vê neheqiyê bidin.' Polîsan gotina min wekî 'Ev zilam dibêje ez ê ji gelê tirk û polîsên wê hesab bipirsim' wergerandine. Serokê dadgehê jî guh neda parastina min. Qeydên dema polîsan gef li min xwarin û rapora derbkirinê heye. Lê dadgehê ev esas negirtin."
'NE LI ÎRANÊ NE JÎ LI TIRKIYEYÊ'
Fattahî, destnîşan kir ku ji ber wî der barê kedxwariya ku penaber li Tirkiyeyê pê re rû bi rû dimînin nivîs nivîsandine, ev yek hatiye serê wî. Fattahî, bilêv kir ku ji ber wî doza mafê jiyanê yê penabera kiriye û tev li çalakiyên demokratîk bûye, 5 salan di bin venêrînê de maye.
Fattahî, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji têkoşînê bernede. Fattahî, diyar kir ku ew li Tirkiyeyê bi her cure kedxwariyê re rû bi rû dimîne û got: "Ma wê hîn wekî din çi bê serê me? Bi dehan penaberên wek min, di kar û barên zor û zehmet de dixebitin. Dijderketina li hemberî van divê ne sûc be." Fattahî, destnîşan kir ku 4 sal in ew hewl dide ji Tirkiyeyê derkeve û biçe welatekî ewletir û got: "Ne li Îranê ne jî li Tirkiyeyê êdî ewlehiya min tune ye."