AMED – Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, ji bo Pîra 85 sali Sîsê Bîngol ku tevî gelek nexweşiyên giran dîsa ATK di raporê de got “Dikare li girtîgehê bimîne" serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest rewşa Bîngol bi hûrgulî bê lêkolînkirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, ji bo pîra 85 salî Sîsê Bîngol ku tevî temenê mezin û gelek nexweşiyan girtî ye, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest rewşa Bîngol bi hûrgulî bê lêkolînkirin û Serbest bê berdan. Beştaş, anî ziman ku bi sedan girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi sedemên ku li dijî aqilan e girtî ne û yek ji vana Sîsê Bingol e. Daniş Beştaş, da zanîn ku li Sîsê Bîngol 4 sal û 2 meh ceza birîne û zêdeyî 2 salin li gel nexweşiyên giran li Girtîgeha tîpa T a Jinan a Tarsûsê hêj girtî ye. Beştaş daxwazên xwe anin ziman û wiha got: “Divê rewşa Bîngol ji aliyê komîsyonê ve bi berfirehi bê lekolînkirin. Divê tedbîrên hewce bên stendin. Ji bo Bîngol serbest bê berdan em neçar man ku serî li Komîsyonê bidin."