AMED - Leyla Guven a ku 89 roj in di greva birçîbûnê de ye, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê der bûn. Nema dikare bi tena serê xwe bimeşe, êşa mîdeyê lê giran bûye û bi zehmetî avê vedixwe. Guven heya niha 11.5 kîlo kêm kiriye.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 89 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê der bûn.
GUVEN NIKARE BIMEŞE
Hat diyar kirin ku tansiyona Guven gelekî ketiye, bêhal bûye, nema dikare razê, bi zorê avê vedixwe, êşa li mîdeya wê giran bûye, ronahî û bêhn tehdeyê lê dike. Guven bêyî alîkariyê nikare bimeşe. Heta niha 11.5 kîlo li xwe kêm kiriye.
KEDKARÊN TENDURISTIYÊ: DIBE KU REWŞEKE NEYÎNÎ RÛ BIDE
Kedkarên tenduristiyê hişyarî dan û gotin, "Di demên destpêkê yên greva birçîbûnê de ji ber kêmbûna karbonhîdratan û helîna donê bedena mirovan, mirov kîlo li xwe kêm dike. Bi dewamkirina greva birçîbûnê re proteîna li masûlkeyan kêm dibe. Ji ber ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye roja 89'an û êşên li masûlkeyan lê der bûne, eşkere ye ku proteîna li masûlkeyan dihele, kêm dibe. Ev yek jî nîşan dide, rewşa wê ya tenduristiyê di her kêliyê de dikare ji nişka ve biguhere û dibe ku rewşeke nayê xwestin rû bide."