ENQERE - Ayten Ozturk a piştî 6 mehan dibin çavan de man û şûn de derket holê ku li Şaxa TEM’ê ya Enqerê ye û hatin girtin, bi hinceta ewlekariyê neanîn danişîna wê ya yekemîn.
Ayten Ozturk a di 8’ê Adara 2018’an de, li Balafirgeha Lubnanê hatin binçavkirin û heya 6 mehan agahî jê nehat girtin û dûre derket holê ku li Şaxa TEM’ê ya Enqerê ye û hat girtin bi hinceta ewlekariyê neanîn danişîna wê ya yekemîn a li 16’emîn Dadgeha Cezayê Girana a Enqerê hat dîtin. Parêzer, malbat, xwişk û birayên Ozturk beşdarî danişînê bûn. Ozturk li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin û bi hinceta ewlekariyê ne anîn dadgehê.
Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir. Gelek parêzer beşdarî danişînê bibûn, lê şandeya dadgehê biryar da ku tenê sê parêzer parastinê bikin. Ji parêzerên Ozturk Murat Yilmaz dest pêkê parastin kir û wiha axivî: “Ne anîna muwekîla min a danişînê, pêkanînek keyfiye. Dosya aîdê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Girana a Stenbolê ye. Lê Dadgeha Stenbolê, ji nişkave biryar da û dosya ji bo 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê şand. Ev yek teqez nayê qebûl kirin. Muwekîla min ji bo parastina bike tê astengkirin. Min muwekîla xwe dît. Em bûn şahidê hemû îşkenceyên li wê hatine kirin.Dozgerê Stenbolê yê muwekîla me dît, me dît ku qet li birînên wê mêze nekirin û li ser vê yekê jî got ‘em ne karê mine.’ Dozgerê Cezayê Sûlhê jî bi heman awayî li muwekîla me mêze nekir. Ligel ku li ser bendena muwekîla me şopên îşkenceyê jî hebûn, hat girtin.”
‘DIVÊ TEVLÎ DANIŞÎNÊ BIBE’
Ji parêzerên Ozturk Betul Vangolu Kozagaçli jî, parastin kir û wiha got: “Diviya bû îro muwekîla min beşdarî danişînê bibûya. Lê rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘ewlekariyê û em nikarin biparêzin’ ne anîn danişînê. Derbarê muwekîla min de îdîanemeyek hatiye amadekirin. Dema mirov berê xwe dide îdîanemeyê em sûçekê şênber nabînin. Lê dadgeh dixwaze vê mijarê bigire. Ger darizandin çêbe, divê li Stenbolê çêbe. Em edaletê dixwazin, lê em edaletê nabînin.”
Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran, biryar da ku girtina Ozturk berdewam bike, dosyeya dozê ji nû de ji 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re bê şandin. Şandeyê dîsan, roja diyarkirina danşînê li benda biryara Stenbolê hişt.