ÊRÎVAN - Malbat, hunermendên kurd û welatiyên kurd ên li Êrîvanê bi merasîmekê hunermendê navdar, Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo spartin axê.
Hunermendê navdar ê ku wek Mîrê Bilûrê tê nasîn Egîdê Cimo, 31'ê Çileyê roja Çarşemê li paytexta Ermenîstanê Erîvanê koça dawî kiribû. Cenazeyê Cimo, ji hêla kurdên li Ermenistanê ve bi merasîmekê li goristana malbatê ya li gundê Qamişan a bi ser Oktoberyanê ve hat veşartin. Di dema merasîma cenaze mey jî hat lê xistin.
Malbata Cîmo, Yekîtiya Kurdistaniyên Ermenîstanê, Komîteya Kurdistanê, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Çiya Şenses, Veysî Altay ê li ser navê Sînemaya Mezopotamyayê, Şêrko Kanîwar ê ji Muzîka Ma ya li Amedê, rêveberê KOM muzîkê Yemlîxan Adiguzel û ji Başûrê Kurdistanê, Ewropayê gelek hunermend û dostên wî beşdarî merasîma cenaze bûn.
'BI SALAN XWEDÎ LI ÇANDA KURD DERKET'
Endamê Meclîsa Damezrîner a Şengalê Silo Dirboyan bi navê Yekîtiya Kurd a Ermenîstanê û Komîteya Kurdistanê axivî û wiha got: "Sedsala 20'an sedsala kuştina Kurdan bû. Ziman û çanda Kurd hatibû qedexekirin. Apê Egîd ji malbateke Kurd a Êzidî bû ku neçar ma koçî Ermenîstanê bike. Li radyoya Ermenîstanê bi salan xwedî li çanda Kurd derket. Bi huner û kesayetiya xwe ya welatparêz mirovekî mînak bû. Bi hunera xwe li dijî her şêwe zext û zordariyan xwedî li çanda Kurd derket. Hewl da destanên lehengiyê bi bilûra xwe bide bihîstin." Dirboyan sersaxî ji malbatê, civaka Êzidî, gelê Kurd û hezkiriyên wî xwest û got wê gelê kurd xwedî li hunera wî derkeve.
'EM Ê XWEDÎ LI DENGÊ BILÛRA WÎ DERKEVIN'
Ji hunermendên Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar jî wiha axivî: "Nifşekî Kurdistanê bi dengê bilûra te mezin bû. Em soz didin te Apê Egîd, em ê zarokên Kurdistanê bi dengê bilûra te mezin bikin. Em ê xwedî li dengê bilûra te derkevin. Tu yê nemir e, di dilê zarokên Kurdistanê de her bijî. Li çar aliyê Kurdistanê tu yê bi dengê bilûra xwe bijî. Oxir be ji te re Apê Egîd!'
'BI RÊYA HUNERA XWE LI WELATÊ XWE BÛ'
Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Çiya Şenses jî Cîmo bibîr anî û wiha got: "Mamoste Egîdê Cimo dûrî welatê xwe bû. Lê belê bi hunera xwe eşqa welatê wî pê re bû. Ev yek hem di hunera xwe de hem jî di kesayetiya xwe de nîşan dida. Êşa me giran e, lê belê mamoste Egîdê Cimo namire. Ji ber ku bi huner, dengê bilûra xwe, bi eşqa xwe, bi dilsoziya xwe ya bi Kurdistanê re xwedî cihekî girîng e." Şenses sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest û strana "Delal hay delal" got.
Cenaze piştî axaftinên hunermend û nûnerên saziyan hat vaşartin.