STENBOL – Welatiyên li dijî tecrîdê qada Bakirkoyê tije kiribûn, diyar kirin ku çalakiya Leyla Guven bûye malê bi mîlyonan û gotin: “Heya ku tecrîd bişike em ê li qadan bin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Stenbolê duh bi armanca piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngek pêk anî û bi deh hezaran kes beşdar bûn. Bi deh hezaran welatiyên ku qad tije kirin, peyama “Ji bo şikandinê tecrîdê em li qadane” dan.
Şukru Halîtoglu yê beşdarî mîtîngê bû, diyar kir ku ew tecrîda li ser Ocalan a bi salane dewam dike qebûl nakin û wiha axivî: “Ev zilme. Zilma li dijî gele. Ocalan bi salane li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Ji bo ku em jî tecrîdê bişkînin îro li qadane. Heya ku tecrîd bişike emê li qadan bin.”
‘EM Ê QEZENC BIKIN’
Katîbe Gunger jî, da zanîn tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Ev sûcê mirovahiyê nayê qebûl kirin. Ne tenê Kurd hemû cîhan tecrîdê qebûl nake. Bi mîlyonan mirov Ocalan weke vîna xwe qebûl kiriye û em dixwazin azad bibe. Ji ber ku yê karibe aştiyê bîne vî welatî Ocalane. Em piştgiriyê didin daxwazên Leyla Guven û girtiyan. Daxwazên wan daxwazên bi mîlyonane. Vîna Guven vîna hemû jinane û vîna gelekê ye. Ji ber vê encam çi dibe bila bibe emê qezenc bikin.”
‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE GELÊ KURD DIL DIGIRIN’
Îshak Tekîn jî, da zanîn ku di şexsê Ocalan de gelê Kurd dîl digirin û wiha bilêv kir: “Ev jî tê wateya dewam kirin aşere. Ocalan rêberekê ku li dijî şere. Ji ber vê tê tecrîdkirin. Ger tecrîda li ser Ocalan rabe, dê hemû gelên Rojhilata Navîn nefese bigire. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn avakirina xwe di felsefeya Ocalan de dibîne.”
‘EM GUH BIDIN DENGÊ BILIND DIBE’
Aynûr Karakartal jî, dest nîşan kir ku divê tecrîd bê şikandin û wiha axivî: “Werin em bi hevre guh bidin dengê ji girtîgehan bilind dibe.”
‘EMÊ XWEDÎ VÎNA XWE DERBIKEVIN’
Abîdîn Arîn jî got, desthilatdarî ji bo ku hebûna xwe biparêzê êrîşî gelê Kurd dike û wiha got: “Ger em dengê xwe bidin wan ji me re dibêjin ‘em xwişk û birane’ lê ger em dengê xwe nedin wan jî dibêjin ‘xayînin.’ Ew çiqas li zilm bikin jî, bila bikin, lê emê tim xwedî vîna xwe derbikevin. Em ê bi hevre bibin dengê girtiyan û xwedî vîna xwe derbikevin.”