EDENE – Bayram Demîrhan ku ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye got: "Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê em li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin. Heta daxwaz neyên qebûlkirin em ê li ber xwe bidin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî bi sedan girtî di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî Bayram Demîrhan e ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji 5'ê Çileyê ve tevî Vedat Duyûş, Mahsûn Şen, Zana Yilmaz, Şerîf Demîrtaş, Şerîf Demîrtaş, Bariş Akkûş û Bîrdal Abay di greva birçîbûnê de ye.
WÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE
Demîrhan, tevî ku çavek wî ji sedî 90 û çavek wî jî ji sedî 30 nabîne û li girtîgehê nayê tedawîkirin jî ji bo dawî li tecrîdê bê di greva birçîbûnê de ye. Demîrhan bi rêya malbata xwe peyamek şand û di peyama xwe de got: "Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê em li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin. Heta daxwaz neyên qebûlkirin em ê li ber xwe bidin."
Birayê Demîrhan, Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Erol Demîrhan, destnîşan kir ku berxwedana girtiyan û daxwaza wan mafdar e û ji bo ev daxwaza wan a rewa û mafdar bê qebûlkirin ew ê li derve tim bibin dengê wan û berxwedana wan. Demîrhan, bilêv kir ku ji bo greva birçîbûnê vîneke xurt divê û bal kişand ser tenduristiya birayê xwe. Demîrhan, diyar kir ku her çend tenduristiya birayê wî nebaş be jî, ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, lê belê moral û rewşa birayê wî baş e.
'EV DAXWAZ DAXWAZA ME HEMÛYA YE'
Demîrhan, destnîşan kir ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ferzkirine welatên emperyalîst e. Demîrhan, diyar kir ku ev tecrîd bi salan e didome û di demên dawî de jî bêtir hatiye girankirin. Demîrhan, bilêv kir ku AKP ji bo çalakiyên ji bo dawîkirina tecrîdê bişikîne her tiştî dike û got: "Di şexsê Birêz Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin. Bi sedan girtiyên siyasî bilêv dikin ku kes nikare vîna wan teslîm bigre û bi milyonan kes jî destek didin wan. Wê ev herdu feraset heta demekê têkoşîna xwe dewam bikin. Dewlet ji bo hevdîtin pêk neyê israr dike, lê belê wê nikaribe demeke dirêj xwe li ber daxwaza gel xwe li nedîtinê deyne. Wê bawerî, israrkirin û vîn vê tecrîdê bişikîne."
'EM Ê BIBIN DENGÊ WAN'
Demîrhan, diyar kir ku girtî pratîka daxwazên gel tînin ziman û daxwaza girtiyan daxwaza bi milyonan kesî ye. Demîrhan got: "Xwişk û birayên me û hevrêyên me bedena xwe dan ber mirinê. Dibêjin ew ê tu carî ji çalakiya xwe tawiz nedin. Çalakiya wan çalakiya me ye û em xwedî lê derdikevin. Em ê li derve bibin dengê wan û berxwedana wan. Vîna wan vîna me ye. Divê em çalakiyên xwe xurtir bikin û tecrîdê ji holê rakin."
MA / Hamdullah Kesen