ÎZMÎR - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Parzer Bariş Işik, diyar kir ku girtî xweşikî nikarin şekir û avê temîn bikin û got: "Bivê nevêya demokrasiyê, guhdêriya ji bo demokrasiyê ye. Ger gavek neyê avêtin û li girtîgehan tiştek biqewime, wê ev ji bo mirovahiyê cihê şermeke mezin be."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan bi sedan girtî ji di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Bariş Işik ku çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên herêma Egeyê dişopîne, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên rûdidin.
‘VÎTAMÎNA B1 NAYÊ DAYÎN'
Işik, da zanîn ku ew çûne girtîgehên jimare 1, 2, 3, 4 ên Şakranê, Girtîgeha Jina ya Şakranê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîş, Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar, Girtîgeha Tîpa T a Manîsa, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê, Girtîgeha Tîpa T a Balikesîrê, Girtîgeha Bandirma û Girtîgeha Kepsûtê. Işik, bilêv kir ku di dema serdanê de wan dîtiye ku îdareya girtîgehê bi muameleyên kêfî nêzî girtiyan dibin. Işik, bi bîr xist ku li van girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger didome û got: "Li girtîgeha Şakranê, çavê girtiyên jin xera bûne û bi zorê radibin ser piya. Girtî di asta krîtîk de ne û wê di rojên pêş de pirsgirêkên cidî rû bidin. Pir zihîf bûne. Rêveberiya girtîgehê bi tu awayî vîtamîna B1 nade wan. Divê her sibeh li tansiyon û kîloya girtiyan bê nerîn, lê belê ev nayê kirin. Diviya ji bo ên di greva birçîbûnê de bijîşkên taybet bên, lê belê ev yek pêk nayê. Hîn jî wexta girtiyan dibin nexweşxaneyê, girtî tên kelemçekirin. Gotegotek heye, tê gotin eger daxwazên wan neyên qebûlkirin wê bi darê zorê tedawiyê li girtiyan ferz bikin. Girtîgeh bi awayekî rêk û pêk vîtamîn, av û şekir nade çalakgeran."
‘ŞEKIR Û AVÊ PEYDA NAKIN'
Işik, destnîşan kir ku divê heyeteke serbixwe ya bijîşkan rewşa girtiyan kontrol bike û got: "Bi taybetî jî dema em li pêvajoya hiqûqî ya grevên birçîbûnê dinerin; ji bo vê madeya 26'an a Qanûna Bingehîn û maddeya 10'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) aşkere û zelal e. Lê belê girtî dibêjin, 'em bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, lê dîsa jî em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.' Em parêzer jî li girtîgehê vê çewisandina derûnî hîs dikin. Girtî dibêjin rêveberiya girtîgehê ji bo wan dibêje 'dev ji wan berdin bila bimirin.' Heta niha di warê vîtamîna B1 de pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk li hemû girtîgehan heye. Her wiha girtiyên di greva birçîbûnê de xweşikî nikarin av û şekir peyda bikin."
‘EM Ê JI BO VÎTAMÎNA B1 SERÎ LI WEZARETÊ BIDIN'
Işik, diyar kir ku ji bo vîtamîna B1 bê dayîn ew ê serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê bidin.
Her wiha Işik, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kiriklarê girtiyên di greva birçîbûnê de ji girtiyên din veqetandine û got: "Niha tu aktîvîteyeke girtiyan tune ye. Odeyên sohbetê tune ne. Tenê di dema hevdîtina vekirî û girtî de li ser piay hevdu dibînin. Lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Me berê jî ji ber vê girtîgeh hişyar kiribû û em ê careke din jî serî lê bidin."
'DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN'
Işik, destnîşan kir ku bi cezayê dîsîplînê gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê xwarin û her wiha cezayên pêwendî û ragihandinê jî li wan tê birîn. Işik got: "Em parêzvanên mafên mirovan dibêjin; divê dewlet daxwazên girtiyan esas bigirin. Bivê nevêya demokrasiyê, guhdêriya ji bo demokrasiyê ye. Ger gavek neyê avêtin û li girtîgehan tiştek biqewime, wê ev ji bo mirovahiyê cihê şermeke mezin be. Mafê jiyanê mafê herî pîroz e. Her wiha çalakiya Parlementera Colemêrgê Leyla Guven jî di asta krîtîk de ye. Hêvîdar im grev bi awayekî erênî bi dawî bibe û hikûmet ji modela şikandina grevê ya herî heyî dûr bikeve."
MA / Rûken Demir