* Namzeta Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş got: "Wê Colemêrg di 31'ê Adarê de careke din rekorê bişikîne." Namzet Cîhan Karaman jî got: "Di şaredariyê de gotin a gel be."
* Nûnerên partiyên siyasî ji bo mîtînga wê di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxistin bang kirin û gotin: "Em xwedî li çalakiya Leyla Guvenê derkevin."
* Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Parzer Bariş Işik, diyar kir ku girtî xweşikî nikarin şekir û avê temîn bikin û got: "Bivê nevêya demokrasiyê, guhdêriya ji bo demokrasiyê ye. Ger gavek neyê avêtin û li girtîgehan tiştek biqewime, wê ev ji bo mirovahiyê cihê şermeke mezin be."
* Ahmet Ertaş ku 10 salan di girtîgehê de ma û 3 caran ketiye grevên birçîbûnê, destnîşan kir ku bêhnstendina gelên Tirkiyeyê bi bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e.
* Wê DBP, di 3'yê Sibatê de Kongreya Asayî ya 5'an li dar bxe û ji bo kongreyê bang li gel kir.
* Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 86 roje di grevê de ye, tev li nobeta avahiya KCD'ê bû. Hatîmogullari, xwest her kes li çalakiya Guven xwedî derkevin û wiha got: "Divê em bi hevre Guven bidin jiyandin."
* Bayram Demîrhan ku ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye got: "Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê em li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin. Heta daxwaz neyên qebûlkirin em ê li ber xwe bidin."
* Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û got: "Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî."
* Danişîna 12’yemîn a doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak dê li Dadgea Meletiyê bê dîtin. (10.00)
* Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu yê endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirova ya TBMM’ê dê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê dê têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehên Herêma Çukurovayê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)
* Baroya Amedê dê di hefteya 161’emîn de li ber Edliyeya Amedê Serokê Baroyê Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin bi bîr bîne. (13.30)
* Hevşaredarên Qoserê Îsmaîl Asî û Leyla Salman ên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin jî di nav de 7 kesên tên darizandin dê danişîna wan 11’emîn li Dadgeha Mêrdînê bê dîtin. (14.00)
* HDP dê li gelek navendan danasîna namzetên Hevşaredarên xwe bike.