KAYSERÎ – Danişîna doza Hevserokê Giştî yên HDP’ê yên serdema berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş a li Kayseriyê hat taloqkirin.
Danişîna 8’emîn a doza Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên serdema berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku bi îdiaya “îftîra li wezîfedarên cemaweriyê kirin e” li Kayseriyê dihatin darizandin li Dadgeha Kayseriyê hat dîtin. Demîrtaş û Yuksekdag beşdarî dozê nebûn. Parêzerê Demîrtaş Aydın Erdogan di danişînê de amade bû.
Daxwaznameyên Demîrtaş û Yuksekdag ên şandin dadgehê hat xwendin.
Heyeta dadgehê danişînek taloqî 3’ê gulanê kir.