MELETÎ – Danişîna doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin dê sibê li Dadgeha Meletiyê bê dîtin.
Danişîna 12’emîn a doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin.
Kışanak û Tuncel bi îdayên “Rêxistin ava kirin e û birêve birin e”, “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirin e” û “Propaganda rêxistinê kirin e” tên darizandin. Ji Kişanak re 230 sal cezayê hepsê û ji Tuncel re jî 145 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Navenda Giştî ya DBP’ê ragihand ku dê hevseroka wan giştî Sebahat Tuncel dê beşdarî danişînê bibe.