ENQERE – Danişîna doza kesên êrîşî cenazeyê dayika siyasetmedar Aysel Tugluk Hatun Tugluk kirin hat dîtin. Kesê bi navê Îsa Kaya yê wek şahid hat guhdarkirin got: “Min dengê hûn nikarin cenaze li vir veşêrin bihîst. Piştî cenaze birin qelebalix ji hev belav bû.”
Di 14’ê îlona 2017’an de komek nijadperest li Semta Încek a Enqereyê êrîşî merasîma cenazeyê dayika siyasetmedar Aysel Tugluk, Hatun Tugluk kirin. Êrîşkaran nehişt cenaze li goristanê bê definkirin. Danişîna 9’emîn a doza bersûcên ji êrîşê tên darizandin li Dadgeha Golbaşiya Enqereyê hat dîtin. 19 êrîşkarên bersûc û parêzer amade bûn.
Piştî tespîta nasnameyan kesê bi navê Îsa Kaya yê wek şahid di danişînê de hat guhdarkirin wiha got: “Qelebalixiya kom bibû her kêlî digotin ‘hûn nikarin vî cenazeyî li vir veşêrin.’ Min vî dengî bihîst. Nayê bîra min kîjan kesan wisa digot. Piştî cenaze ji goristanê birin qelebalixî jî belav bû.
Piştî li şahidan hat guhdarkirin heyeta dadgehê danişînê taloqî 5’ê adarê kir.