AMED - Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê û bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva biçîbûnê li avahiya KCD'e dest bi nobetê kirin. Di çalakiye de parlamenterê HDP'ê Rıdvan Turan xwest siyaseta tecrîdê bi dawî bibe.
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 85'yemîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 72'an de berdewam dike. Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 46'an de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 47'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. HDP, ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 281 girtiyên li girtîgehan ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûne de ne, li avahiya KCD'ê dest bi nobeta çalakiyan kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên çalakgerên di grevê de bernameyek derxist. Li gorî bernameyê her roj dê 2 parlamenterên HDP'ê ji bo nobeta çalakiyê dê li avahiya KCD'ê ji bo Leyla Guven ziyaretan qebûl bikin. Nobeta çalakiyê îro bi tevlêbûna 6 parlamenteran dest pê kir.
Nobetê îro bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Saliha Aydeniz, Semra Guzel, Ridvan Turan, Musa Farisogulları û Tulay Hatimogullari û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mızrakli dest pêkir.
Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 85 rojin di grevê de ye û wiha got: "Êm ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven li vir nobete digirin.
Parlamentera HDP’ê Tülay Hatimogullari jî diyar kir ku Leyla Guven vînagelê Kurd e û wiha got: "Li Tirkiye hiqûq cot standart tê bikaranîn. Birêz Guven ji bo Tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe ketiye çalakiyê. Ev ne çalakiyek şexsî ye. Hevalên me yên girtîgehê bi heman armancê ketine grevê. Çalakiya Guven mafad re. Tecrîd li ser jin, ciwan û hemû beşên civakê tê meşandin. Em li pişt çalakiya wê ne. Em bi vê çayakiyê dixwazin Tirkiye ji rewşa heyî rizgar ikin. Leyla Guven mafdar e û devê tecrid bê şikandin."
TURAN: TECRÎD LI DIJÎ DENGÊN CÛDA YE
Parlamenterê HDP’ê Rıdvan Turan jî diyar kir ku tecrîd êrîşa li ser hemû beşên civakê ye û wiha got: "Dema tecrîd li ser Birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê de li dijî hemû dengen cuda ye. Daxwaza hevala me leyla demokrasî, aşti, wekhevî û biratî ye. Divê siyaseta tecrîdê bi dawi bibe. Tecrid li dijî teng û rengên cuda ye. Daxwaza Guven dawaza hemû civakê ye."
Piştî axaftinann nobeta çalakiyêli avhaiya KCD'ê dest pê kir. Tê payin ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi telekonferansê beşdarî çalakiye bibe.