KOBANÊ – Berdevkê YPG’ê Nurî Mehmud diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya selefî li Tirkiyeyê têk çûye û got: “Heke Tirkiyeyê siyasetek cuda bişopanda, dibû ku li Rojhilata Navîn bihata halê welatek model.”
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nurî Mehmud der barê geşedanên li Rojava ji ajansa me re axivî.
Mehmud diyar kir ku Tirkiye di warê erdnîgarî de ji bo Ewrûpa, Avrasya û Rojhilata Navîn xwedî strajiyek girîng e û wiha got: “Mixabin îro li Tirkiyeyê rêxistina li ser îktîdarê pozîsyon û nasnameya Tirkiyeyê ji nîqaşê re vekiriye. Çimkî îktîdar niha polîtîkayek piştgiriyê dide terorê birêve dibe. Ji Birayên Misilman heta DAIŞ'ê vê yekê dike. Herçiqas bêje ez li dijî van im jî lê bi awayek vekirî piştgiriya xwe da wan. Gelek belge û agahiyên wan destek dike hene. Îktîdar pozîsyona Tirkiyeyê li dijî dinyayê bikar tîne. Tirkiye dixwaze xwe ji ber kirinên xwe derxe paqijiyê. Xwe diparêze. Mirov nikare baweriya xwe bi nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên diyar dike bîne. Ji ber vê yekê jî gotinên der barê têkiliya wan û DYA’yê de jî qet rastîbîn nînin. Biryara vekişîna DYA’yê wan elqedar dike. Der barê vê rewşê de di nav DYA’yê de nîqaş hene. Belê gotin dê vekişin lê niha bernameyek dê ji axa Sûriyeyê vekişin nîne.”
‘BILA WERIN LÊKOLÎN BIKIN KA KÎ TEHDÎT DIKE’
Mehmud bal kişand ser geşedanên herêma tampon a li Sûriyeyê û got: “Serokê DYA’yê Trump daxuyaniyekê da. Tirkiye ji bo xwe bixe rojevê demildest xwe avêt nav vê meseleya herêma tampon. Gelek ferq di navbera daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan a herêma tampon ku diyar kir û herêma bi ewle ya ji bo Sûriyeyê tê xwestin heye. Tirkiye dixwaze herêma tampon li Cerablus, Ezaz, Efrîn û Idlibê pêk bîne. Di kontrola herêmê de komên teror El Nusra heye. Pêkanînên Tirkiyeyê yên li Efrînê bû zedema zirarên mezin. Ji bo herêma tê xwestin bê avakirin qanûn û krîterên navnetewî hewce ne. Ji ber vê yekê divê aliyek sêyemîn divê bê herêmê. Ev yek dibe ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên koalîsyonê ango hêza aştiyê pêk bê. Divê ev wek çavdêr bên herêmê. Bila werin ka kîjan alî tehdîtan dike lêkolîn bikin. Di vî warî de dê pir aşkere bê dîtin ku Tirkiye li dijî Rojava tehdîtan dike. Em carek din diyar dikin ne gelên Tirkiyeyê herêmê tehdît dike îktîdara Tirkiyeyê herêmê tehdît dike. Di bin hişê van de fikre Osmanvaniyê heye û dixwazin carek din bixin meriyetê.”
'POLÎTÎKAYA ERDOGAN TÊK ÇÛ'
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, xwest gelê Tirkiye rastiyê baş bibînin û wiha lê zêde kir: "Ger ku Tirkiye siyasetek cuda meşandibûya îro dê li Rojhilata navîn bibûya welatekî model. Lê ji ber polîtîkayên heyî îro Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) wekî komên çeteyan di şer de didin şerkirin. Serokomarê Tirkiye gelek caran got 'Ger DYA piştgiriyê nede me, em dê bi dostên xwe yên din re rûnên. Ev dostên wê Rusya, Îran û ên din in. Rûsya dixwaze vê frsendê bikar bîne. Hewl dide bi aborî bi xwe ve girê bide. Ger ku Tirkiye Mutabakata Edene qebûl bike, dê bibe sedem ku Rejîma Sûriye ji nûve nas bike. Qaşo heta niha Tirkiye Hikûmeta Sûriye rewa nedidît. Ger ku Tirkiye ve peymanê qebûl bike li Rojhilate Fıratê gelek hêzen NATO hene. Ev hêzên NATO û hêza Tirkiye dê bi hevre şer bike. Ger ku mutabakatê qebûl bike hebûna hêza Tirkiye ya li axa Sûriye dê bibe mijara niqaşê. Polîtikaya Erdoğan a cihatkar û selefiyan ku li Sûriye dida şerkirin têk çû."
DIXWAZIN DERIYÊ HALEBÊ LI EL KAÎDE VEKIN
Mehmud, anî ziman ku Tirkiye dixwaze niha li Idlibê di nava Biratiya Mislimanan de feraseta DAIŞ'ê peş bixe û wiha bi dawî kir: "Her çend bêjin Heyet Tahrir El Şam (HTŞ), ev di rastiya xwe de El Kaide ye. El Kaide niha li Rojavayê Firatê piştgiriyê dide polîtikayên Tirkiye. Di pêşengiya El Nusra de hikûmetekê ava dike. Ev nîşan dide ku di nava wan de peyman heye. Dixwaze wekî li Rakka ku tişta DAIŞ’ê pêş xistibû ava bike. Lê pergala Demokratîk a Rojhilat û Bakurê Sûriye li hemberi vê yekê asteng e. Tişta li Efrîn, Dera û Guta pêk anî niha dixwaze li Idlibê jî têxe meriyetê. Li herêmê bazarek xerab heye. Tirkiye dixqaze bi minbicê derbasî Hebebê bibe. Wekî ku li Rakka derî li DAIŞ'ê vekir, niha dixwaze li Helebê jî derî li El Kaide veke û Eniya El Kaîde li Halebê bêş bixe."
MA / Nazım Daştan