RIHA - Wêranşarî, bal kişandin ser çalakiya Leyla Guven û gotin: "Berxwedan Leyla Guven û girtiyan, li dijî bêhiqûqîtiyê berxwedaneke watedar e. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya wan."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 85'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya gelek girtiyan jî didome. Li Wêranşara Rihayê, welatiyan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û xwestin demilest dawî li tecrîdê bê.
‘WELAT TÊ TECRÎDKIRIN'
Mamosteyê teqawidbûyî Mehmet Alî Hançer, bilêv kir ku li Tirkiyeyê sê sal in mafên mirovan tên binpêkirin û êdî ev binpêkirin veguheriye tiştekî rûtîn. Hançer, bi bîr xist ku 20 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û ev tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Hançer, destnîşan kir ku tecrîd aştiya civakî jî xera kiriye û got: "Berê pêvajoyeke çareseriyê pêk hat. Aktorê herî sereke yê vê pêvajoyê Birêz Ocalan bû. Pirsgirêkên civakiyî bi awayekî veşarî nayên çareserkirin. Birêz Ocalan, gelek caran nîşan da ku bê pirsgirêk çawa tê çareserkirin. Lê belê kesên xwe bi şer xwedî dikin, tenê pêvajo xera nekirin. Bi vê re tecrîdê girantir kirin û welat ber bi aloziyekê ve birin. Niha jî ji bo dawî li vê aloziyê bê li zindanan girtî bedena xwe dane ber mirinê. Niha rewşa wan di asteke krîtîk de ye." Hançer, diyar kir ku divê li derve herkes dengê xwe li ddengê vê berxwedana girtîgehan zêde bike.
JI BO AŞTIYÊ DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ
Binevş Tanboga jî, destnîşan kir ku tecrîd sûc e û divê demildest bi dawî bibe. Tanboga, bilêv kir ku ew xwedî li berxwedan ku Leyla Guvenê daye destpêkirin dertên. Tanboga, diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û ji bo vê jî divê têkoşîn bê bilindkirin. Tanboga got: "Girtî, ji bo dawî li pevçûnan bê û pêvajoya diyalogê dest pê bike bedena xwe dan ber mirin. Berî ku ji girtîgehan cenaze derkevin, çi dikeve ser milê kê divê bike."
‘DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'
Gezo Erdem, bilêv kir ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke mafdar e û divê demildest daxwaza girtiyan û Guvenê bê qebûlkirin. Erem got: "Êdî em naxwazin zarokên xwe binax bikin. Daxwaza wan daxwaza me ye jî. Ji bo vê çi dikeve ser milê kê divê bike."
Seydî Tûrgût jî, anî ziman ku sê sal in îktîdara AKP-MHP'ê êrîşî hemû nirxên demokratîk dike û got: "Ji ber van êrîşan krîza siyasî û aborî rû da. Hem li derve hem jî li hundir Tirkiye ber bi aloziyê ve çû. Ev hemû ji ber polîtîkaya tecrîdê ne. Ji sala 2012'an heta 2015'an ji ebr hevdîtinên bi Birêz Ocalan re aramî hebû. Bi awayekî qismî bûna jî hiqûq hebû. Eger dawî li tecrîdê bê wê ev yek ji bo demokratîkbûyîna welat gaveke mezin be. Niha li vî welatî hemû nirxên hiqûq û demokrasiyê tên binpêkirin. Berxwedana Leyla Guven û girtiyan a li dijî van bêhiqûqîtiyan, berxwedaneke watedar e. Em heta dawiyê xwedî li vê berxwedanê derdikevin."
'WÊ BI TÊKOŞÎNÊ BI DAWÎ BIBE'
Hevserokê DBP'a Wêranşarê Halîl Orhan jî destnîşan kir ku divê dewlet guh bide çalakiyên greva birçîbûnê. Orhan bi bîr xist ku çalakiya Guvenê di roja 85'an û ya li girtîgehan jî di roja 45'an de ye û eger tiştek neyînî biqewime berpirsiyar dewlet e. Orhan, anî ziman ku tenê ne li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê tecrîd heye û şikandina tecrîdê bi têkoşîneke topyekûn pêkan e.