GIRÊ SPÎ - Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di civîna xwe ya yekemîn de komîteyên meclisê ava kirin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava 9-10‘ê Mijdara 2018‘an kongreya xwe ya duyemîn li bajaroka Rimêlanê lidar xistibûn. Ciwanan dun civîna meclîsê li dar xistin û navê yekîtiyê kirin "Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê" û Meclisa Giştî ji 49 endamî hate avakirin. Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya yekemîn a piştî damezirandinê îro li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî lidar xist. Endam û rêveberên Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di civînê de amade bûn. Di civînê de xebatên navendên hemû şaxê tevgerê hatin nirxandin û ji bo demê pêş plansazî hate dayîn. Di civînê de 9 komîteyên meclisê hatin avakirin " Ciwanan, di civînê de komîteyên Jin, Perwerde, Ragihandina, Parastin, Doplomasî, Siyasî, Xwendekar, Çand û Huner û Werzîş ava kirin û ji bo her komîteyekê 3 endam diyar kirin. Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Beşar El-Salim, agahî dan ANHA‘yê û diyar kir ku wan rêzeçalakî bi nêzîkbûna salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan danîne, çalakiyên wan ê ji bo ji bo şeremezarkirina tecrîdê û dagirkeriya Tirkiyê, piştgiriya Leyla Guven berdewam in.