AMED - HDP'iyan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guvenê, çûn ber mala Guvenê û bi çalakiya dengderxistinê dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 84'an de didome. Gelek welatî ji bo piştgiriya çalakiya Guvenê çalakiyan li dar dixin.
ÇÛN BER MALA GUVENÊ
Tevî Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û rêveberên HDP'a Rezanê, gelek welatî bi girseyî berê xwe dan mala Guvenê. Di dema rêveçûyînê de konvoya polîsan girse şopand. Piştî welatî hatin ber mala Guvenê dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Her wiha wesayîtên li derdorê li qorneyê xistin û deng derxistin. Her çend polîsan girse dorpêç kir jî, lê belê girse qederekê li ber mala Guvenê sekinî û ligel berzkirina dirûşmeyan tilîlî kirin û li çepikan xistin.
ÇALAKIYA DENGDERXISTINÊ
Her wiha piştî banga HDP'ê, îro saet di 8'ê êvarî de li gelek taxên bajêr çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin.