NAVENDA NÛÇEYAN - Perlementerên endamên koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê, bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê.
Koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaleta Hambûrgê bi çalakiyekê piştgirî dan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 84 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Parlementerên Partiya Çep di rûniştina îro ya li meclîsê de wêneyên Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê hildan û bi pankartan bal kişandin ser greva birçîbûnê. Parlementer, bi pankartên bi îngilîzî li ser "84 roj", "Piştgirî" û "#LeylaGuven" nivîsî rûniştin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guvenê.
Çalakî bi pêşengiya Hevseroka Koma Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Boeddînghaûs pêk hat. Parlementeran anî ziman ku ew piştgiriyê didin daxwaza Guvenê ya "Divê tecrîd bi dawî bibe".