MÊRDÎN – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, serdana malbata Selma Irmak kir ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku ji bo danasîna namzetan çû Mêrdînê, serdana Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmak kir ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Bûldan û dayika Irmak Emîne Irmak û xwişk û birayên wê hatin cem hev.
Bûldan, der barê rewşa Irmak de agahî wergirtin û bi malbatê re sohbet kir. Piştî sohbetê Bûldan û ên li gel wê ji Mêrdînê çûn.