EDENE – Meclîsa HDK’ê ya Bajêr a Edeneyê têkildarî grevên birçîbûnê civîna çapemeniyê li dar xist û xwest tecrkirina Ocalan bê bidawîkirin.
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajêr a Edeneyê têkildarî tecrîdkirian Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê li avahiya xwe civîn li dar xist. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî destek dan civînê. Hevberdevkê Meclîsa HDK’ê ya Edeneyê Ugur Bayrak di civînê de axivî û got tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye.
'KILÎDÊ LI AŞTIYÊ XISTIN’
Bayrak diyar kir ku di şexsê Ocalan de hemû civak tên tecrîdkirin û got: “Bi tecrîdkirinê kilîdê li aştiyê xistin. Mîmarê aştiyê Birêz Ocalan e. Divê tecrîd bê bidawîkirin û malbat, parêzer û heyetên siyasî dikaribin biçin hevdîtinê bikin. Çalakiyên grevên birçîbûnê ya Birêz Leyla Guven û hevalên din ketiye merhaheleyk krîtîk. Bêyî ku tu kes jiyana xwe ji dest bide divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û tecrîd bê rakirin.”