WAN – Ayfer Şahîn Bîlîcî ya ducanî ku di çarçoveya operasyona Şirnexê li Wanê hatibû binçavkirin piştî îfade da dozgeriyê hat berdan.
Duh operasyona ku navenda wê Şirnex bû li 7 bajaran operasyon pêk hat. Di çarçoveya heman operasyonê de Ayfer Şahîn Bîlîcî ya 8 meh ducanî jî li Wanê hat binçavkirin. Bîlîcî piştî bi rêya dîmen ango SEGBÎS’ê îfade da dozgeriya Şirenxê hat berdan.