AMED – Hevşaredara Bajarokê Gundikê Melê Leyla Yildiz a ji wezîfeyê hatibû girtin di çarçoveya operasyona li Şirnexê de ya li dijî siyasetmedarên jin pêk hat li Amedê hat binçavkirin. Pidika Yildiz ji bo mijandinê birin emniyetê û 15 deqîqe destûr danê.
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê duh polîsan bi ser gelek malan de girtibû û gelek siyasetmedarên jin binçav kiribû. Di çarçoveya vê operasyonê de duh polîsan bi ser mala Hevşaredara Gundikê Melê Leyla Yildiz a ji wezîfeyê hat girtin ku li Amedê dimîne de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê Yildiz binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
ZÊRÎN HÊJA LI PEY DIYA XWE DIGIRÎ
Hevjînê Yildiz, Abdulrezak Yildiz têkildarî binçavkirinê diyar kir ku ji bo ew keça xwe ya yek salî Zêrîn Hêja bide mijandin di saetên şevê de biriye Miduriyeta Polîsan a Amedê û ji bo mijandinê tenê 15 deqîqe destûr dane. Yildiz anî ziman ku ji ber dayika Zêrîn Hêja nîne ji duh ve digirî û li ser vê yekê vê sibehê dîsa çûn e emniyetê lê destûra hevdîtinê nehatiye dîtin. Yildiz got ji bo Zêrîn Hêja bibe cem dayika wê bide mijandin dê dîsa biçin emniyetê.