ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu diyar kir ku nenîşandana sedema li hin bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê bendewariya biryara gelan e û got: “Ji bo zemîna têkoşîna hevpar a gelan hêviyek derxistiye holê.”
HDP’ê diyar kiribû ku wê li şaredariyên bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê namzetên xwe nîşan nedin. Nîqaşa li ser vê biryara HDP’ê didome. Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku biryara sitendine di encama dan û sitendina bi hemû dînamîkên civaka demokratîk re li hev kirin e derketiye holê.
‘ARMANC PÊŞÎLÊGIRTINA ÎTÎFAQA FAŞÎST E’
Onlu anî ziman ku ew dixwazin bi piştevaniya hemû hêzên muxalîf û demokratîk rê li pêşiya îtîfaqa AKP-MHP’ê bigirin û ji ber vê sedemê jî bo vê îtîfaqê qels bikin biryara dê li bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê nekevin hilbijartinê girtine. Onlu da zanîn ku ji serê ewil ve jî armanca wan ew bû li bajarên kurdan îtîfaqa partiyên kurd a ku dê ji yekîtiya neteweyî ya kurd re bibe wesîle û li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî îtîfaqa dê ji yekîtiya demokratîk re bibe zemîn û berfireh bibe bû. Onlu diyar kir ku ev xebatek wan a bingehîn ku bi strateji birêve birin e û got: “Vê biryar ame aşkere kir demek dirêj bû em li serê dixebitin. Hem me li herêmê û hem jî li rojavayê Tirkiyeyê civînên gel û dînamîkên civakî yên demokratîk û bi derdorên cuda re civînan li dar xist û hevdîtinan pêk anî. Di encama van hevdîtinanan de biryarek wiha derket ku em ê li wan bajaran namzet nîşandan.”
‘BENDEWARIYA GELAN BÛ’
Onlu destnîşan kir ku HDP li Tirkiyeyê di siyasetê de rêya sêyemîn e û got: “Nenîşandana sedema li hin bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê bendewariya biryara gelan e. Ji bo zemîna têkoşîna hevpar a gelan hêviyek derxistiye holê. Ji bo hemû gelên me fedekarî lazime.”
‘ÎTÎFAQA DERSIMÊ DÊ BIBE SEDEMA BANDORÊ’
Onlu bal kişand ser îtîfaqa li Dersimê hatiye avakirin û got: “Li Dersimê me hêza îtîfaqek ava kir. Ev îtîfaq ji HDP, DBP, EMEP, ESP û saziyên elewiyan pêk tê. Ew ê bi beşdariya Hevserokê me Giştî Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û nûnerên partî û saziyên din sibê li Dersimê vê îtîfaqa me bê aşkerekirin. Herî kêm wê bibe gavavêtina ewil. Îtîfaqa me ya li Dersimê wê tenê ne bi bajarekî re bi sînor nemîne. Em bi bawerin wê bandora vê îtîfaqa me bandora xwe li ser rojavayê Tirkiyeyê jî bike.”
MA / Selman Guzelyuz – Bêrîvan Altan