AMED – Li Amedê di doza KCK’ê de 41 parêzer bi boneya miwekîlên wan ji salona danişînê derxistibûn salonê terikandibûn. Bi hêceta “wezîfeya xwe baş pêk neanîne” bi daxwaza 82 sal cezayê hepsê der barê 41 parêzeran de doz hat vekirin.
Di danişîna doza KCK’ê ya 3’ê sibata 2014’an de li Dadgeha Amedê hat dîtin, siyasetmedarên bi çepikan “helwesta dadgehê” şermezar kirin derxistin derve. Li ser vê yekê parêzeran bi hêceta “rêgeza bêalî hatiye binpêkirin” ji danişînê vekişiyan û helwesta dadgehê protesto kirin. Li dijî parêzeran lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ev lêpirsîn piştî 5 salan veguherî dozê.
41 PARÊZER DÊ BÊN DARIZANDIN
Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, Serokê Baroya Amedê yê niha Cîhan Aydin jî di nav de 38 parêzer ji Amedê, 3 parêzer ji Êlihê û parêzerek endamê Baroya Enqereyê bi giştî 41 parêzeran dozê dişopand. Li ser daxwaza Wezareta Dadê der barê 41 parêzeran de bi hêceta “wezîfeya xwe baş pêk neanîne” lêpirsîn hatibû vekirin û ev lêpirsîn temam bû.
JI 41 PARÊZERAN 84 SAL CEZA
Dosyeya parêzeran li Dadgeha Amedê vebûye. Li gorî îdanameya hatiye amadekirin ji 41 parêzeran re cezayê hepsê yê di navbera 6 meh û 2 salan diguhere tê xwestin.