NAVENDA NÛÇEYAN – Fenomenê Twîtterê Lordê Eyaleta Serhedê aşkere kir ku strana hilbijartinê ya MHP’ê ku Mustafa Yildizdogan dibêje newaya wê ji strana “Bihûşta Cîhanê” ya Koma Berxwedan diziye.
Fenomenê Twîtterê Lordê Eyaleta Serhedê aşkerekirina stran û newayên kurdî ku ji aliyê hunermendên tirk ve tên dizîkirin eşkere dike. Lord beriya niha jî hin stran û newayên hunermendên mîna Kiraç, Bedran Mardînî, Nîhat Dogon, Mahsun Kirmizigul, Serdar Ortaç derxistibû holê ku yên kurdî dizî kirin e. Lordê Serhedê ku strana “Olurum Turkiyem (Ez bimirim Tirkiye)” ku Mustafa Yildizdogan dibêje aşkere kiribû ku diziye. Lordê Serhedê di Twîtterê de parve kir ku strana hilbijartina 31’ê Adarê ya MHP’ê amade kiriye newaya wê dizî ye.
Lordê Serhedê diyar kir ku strana bi navê “Em hemû bi hev re Tirkiye ne” ya ku Mustafa Yildidogan ji bo kampanya hilbijartinê ya MHP’ê çêkiriye ji strana “Bihûşta Cîhanê” ya Koma Berxwedan ku di sala 1991’an de derxistiye diziye û her du stranan pevxist û li ser twîtterê parve kir.
Lordê Serhedê hesabê Mustafa Yildizdogan ê twîtterê jî etîket kir û wiha got: “Birêz Mustafa Yildizdogan, newaya vê strana we ji partiyekê re bo hilbijartinê çêkiriye û newaya strana Koma Berxwedan a di sala 1991’an de derxistiye tesadûfî ye? Her wiha em berê van mijaran bi we re axivîbûn. Ji kerema xwe wisa neke!”