NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî lêkolîna HRW ya der barê "Robotên Kujer" de ku li 26 welatan kir, ji sedî 61'ê beşdarvanan li dijî çekên robot ên bêmirov derdikevin. Ji sedî 78'ê gelên Tirkiyeyê li dijî vê yekê derdikeve û her wiha herî zêde ya destekê dide van çekan jî Hindistan e.
Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW), bi rêya şîrketa lêkolînê Ipsosê di çarçoveya "Kampanyaya Rawestandina Robotên Kujer" de li 26 welatan anketek çêkir. Li gorî anketê ji her 5 kesan 3 kes li dijî vê çekên robot ên bêmirov derdikevin.
HEJMAR ZÊDE DIBE
Di lêkolîna Kanûna 2018'an de, ji sedî 61'ê beşdarvanan li dijî pêşxistina "robotên kujer" derketin, ji sedî 22 jî xwestin ev çek bên pêşxistin. Ji sedî 17 jî diyar kirin ku ew bêbiryar in. Di anketa 2017'an de jî ji sedî 55'ê beşdarvanan li dij derketibûn, ji sedî 24 jî xwestibûn bên pêşxistin û ji sedî 19 jî diyar kiribûn ku ew bê biryar in.
HERÎ ZÊDE HINDISTAN DESTEKÊ DIDE
Ji sedî 62'yê jinan û ji sedî 60'ê zilaman li dijî van çekan dertên û her wiha ji sedî 68'ê ku temanê wan di navbera 50-64 salan de vê yekê naxwazin. Li gorî anketa Ipsos a 2018'an, li her welatekî di navbera 500-1000 de hevdîtin bi kesan re hatiye çêkirin. Li gorî anketê herî zêde Tirkiye li dijî van çekan dertê. Ji sedî 78'ê gelên Tirkiyeyê, ji sedî 74'ê Koreya Başûr û ji sedî 74'ê Macarîstanê bersiva neyînî daye. Lê belê herî zêde jî Hindistan û Îsraîl piştgiriyê didin van çekan. Ji sedî 50'yê Hindistanê û ji sedî 41'ê Îsraîlê destekê didin van çekan.
‘SÎNORÊ EHLAQÎ DERBAS DIKE'
Di lêkolînê de endîşeya beşdarvanan jî cih girtiye. Ji sedî 64'ê beşdarvanan diyar kiriye ku pergalên çekên serbixwe "wê sînorê ehlaqî derbas bike" û loam divê divê ev çek bên qedexekirin. Ji sedî 54'ê beşdarvanan jî gotiye "wê ev çek neyên kontrolkirin."
DYA, RÛSYA, ÎSRAÎL Û KOREYA BAŞÛR LI DIJ DERKETIN
Di Mijdara 2018'an de li Cenevreyê Civîna Salane ya Peymana Çekên Konvansyonel hat çêkirin. Di civînê de dewletan diyar kir ku divê hevdîtinên dîplomatîk ên ji bo van çekan dewam bikin. Lê belê di civînê de piraniya dewletan qedexekirina van çekan qebûl nekir. Lê belê Rûsya, DYA, Îsraîl û Koreya Başûr diyar kiribûn ku ew ê piştgiriyê nedin muzakereyên ji bo peymaneke nû.
Koordînatorê "Kampanyaya Rawestandina Robotên Kujer" Mary Wareham dibêje: "Li dijî çekên serbixwe muxalefeta raya giştî zêde dibe. Berî ev çek bên bikaranîn, ji bo qedexekirina wan pêdivî bi pêşengekî siyasî û biryardar heye."
Ji bo qedexekirina çekên serbixwe HRW tev digere.