AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye ket roja 84'yemîn. Guven piştî hat berdan 5 rojin li mala xwe çalakiya xwe berdewam dike.
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 84'yemîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 71'an de berdewam dike. Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 45'an de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 46'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 282 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.