AMED - Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, têkildarî tenduristiya Leyla Guven axivî û got: "Guven 83 rojin di grevê de ye. Ji ber vê yekê zêde kîlo tane û bêhal bûye. Hin caran nikare avê vexwe. Gelek kilo kêm kirine.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 83 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Her diçe grev bandorek zahmet li ser tenduristiya Guven her dike. Heyeta Odeya Tabîban a Amedê (DTO) kontrolên rûtîn ên tenduristiya Guven dike. Serokê DTO'yê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir, ji ber tirs û fikarên raya giştî yên li ser rewşa tenduristiyê ya Guven wan heyetek amade kirin û got: "Li ser daxwaza parêzeran ji bo tespîtkirina bandora greva birçîbûnê li tenduristiya Guven û kontrolkirina rewşa wê ji aliyê heyeteke pispor ve, wan dest bi kar kirine. Heyetê serdana Guven kir. Ji ber ku Guven bêhal bû nekarî kontrola tenduristiyê bike. Guven bêhal bûye, mehdê wê hatiye girtin, car caran nikare avê jî vexwe û gelek kîlo daye. Demîr, anî ziman ku dê di rojên pêş de heyetek din bişînin cem Leyla Guvne.
ÇALAKIYÊN DIN JÎ DIDOMIN
Heta niha li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zêdeyî 282 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 70'an de berdewam dike. Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 44'an de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 45'emîn de berdewam dike.