STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 785’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Prz. Newroz Uysal, Prz. Îbrahim Bilmez û Prz. Cengiz Yureklî, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 7267'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an de 825 caran serlêdan kir û 785 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" “koster di tamîrê de ye", "muxalefeta hewayê heye" û “OHAL heye" serlêdana parêzeran red kir.