DERSÎM - Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulustan Kiliç Koçyigît, têkildarî neçîra sewalên biyanî pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum bibersivîne. Koçyîgît, diyar kir ku kî neçîrê dike û der barê neçîrvanên sewalên biyanî de heta niha tu lêpirsîn hatiye kirin ya na?
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulustan Kiliç Koçyigît, têkildarî neçîra sewalên biyanî yên li Dêrsimê pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum bibersivîne. Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiye sewalên di bin parastinê de neslê wan li ber tunebûnê ye û wiha got: "Bi taybetî piştî avakirina Santralên Hidroelektirik ( HES), bendavên ewlehiyê û Kanên Madenê, hem ekosistemê xera dike û hem jî hevsengiya ekolojiyê xera dike. Li aliyê din jî nifşên sewalên biyanî yên divê bên parastinê tune dike. Li Herêma Dersimê jî nifşên sewalên biyanî yên weke Pezkovî, Hirçên Boz, Kewên Sûs, Werşaq, sîqalk/keçelok, li ber tunebûnê ne. Ev sewal ên ku divê bên parastin in. Lê ev sewalên ku divê bên parastin, bi awayekî keyfî ji aliyê neçîrvanan ve tên neçîrkirin. Li Geliyê Munzurê pezkoviyên li çiya belav bûne ji aliyê gelê herêmê ve pîroz in. Gelê Dersimê wan wekî “Dewarên Xızır" pênase dikin. Ji ber vê yekê gelê Dersîmê destê xwe nadin van peskoviyan. Di demên dawî de ev sewalên biyanî yên li Geliyê Munzûrê ji aliyê kesên nediyar ve tên neçîrkiin. Ev hem komkujiya xwezayê û hem jî qetilkirina bawerî û çandê ye. Tenê di Çileya 2019'an de li Dersimê 3 Werşaq hatin kuştin. Di rojên borî de li Geliyê Roj Werşaqekî ku bi çekê hatibû kuştin li tenişta rê hat dîtin. Di 25'ê Çile de dîsa li Dersîmê Werşaqekî din kuştî li tenişta rê hat dîtin. Di salên borî de jî li Konya û Erziromê bi heman rengî sewalên biyanî ji aliyê neçîrvanan ve hatin kuştin.
Li gorî vê yekê;
* Li Tirkiye çend sewalên biyanî ku nifşê wan li ben tunebûnê ne û divê bên parastin hene? Der barê sewalên ku nifşê wan li ber tunebûnê ne çi xebat hatiye kirin û tê kirin?
* Li Tirkiye der barê polulasyona pezkoviyên çiyê û Werşaqan de dane çine? Ger ku hebin çiqas cureyên wan hene û bi giştî hêjmara wan çiye?
* Li Dersîmê yên ku neçîra Pezkoviyan û Werşaqan dikin kîne? Ev kes hatine tespîtkirin. Ger ku nehatibin tesitkirin ji bo tespîtkirinê çi tê kirin?
* Ji bo sewalên ku nifşê wan li ber tune bûnê ye parastin û xebatek çawa tê kirin.
* Ji bo sewalên nifşê wan li ber tunebûnê û divê bên parastin, şertên neçîrê û sînorê wê çine? Bêyî ku destûrê negirin û belgeyên neçîrê tune be çawa dikarin neçirê bikin.
* Di salên 2015- 2018'an de li Dersimê di şewatên daristanêde bandora neyînî ya li ser sewalên biyanî hatiye kirin? Ger ku lêkolîn hatibe kirin encamek çawa derketiye holê?
* Di salên 2015- 2018'an de bendavên HES'an û Kanên Komiran ên hatin avakirin bandorek çawa li ser van sewalan kir? Der barê tespîta zerarê de xebatek çawa û encamek çawa hatiye bi destxistin?"