KOCAELÎ – Li Girtîgeha Kandirayê 3 girtiyên 44 roj e di greva birçîbûnê de ne gotin: “Îro roj roja xwedî derketina Serokatiyê ye. Em bang li hemû gelê kurd û azadîxwaz û malbatên xwe dikin. Îro li zîndanan agirê finda ji bo jiyana azad hatiye pêxistin geş û gûr bikin.”
Li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F ya Kandirayê 3 girtî ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 17’ê kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Girtiyên bi navê Sadettîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş bi rêya malbatên xwe peyam weşandin.
Peyama girtiyan wiha ye:
“Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dilê kurd û mirovahiyê ye. Rêberê me vîna gelên mezlûm e.
Ev 20 sal e di dojeha Îmraliyê de derketiye çarmixê. Êdî ne bes e? Heta kengê wê ev zilm û zilmdarî dewam bike û em ê qebûl bikin? Em ê êdî kengê bêjin bes e? Serokatî deng e û dengê azadîxwazan e. Dengê jinên têkoşer e. Dengê dîrok û civaka xwezayî ye. Serokatî dengê mirovahiyê ye. Dengê mirovên muhtacî nanek û tasek av dibin e. Dengê azadîxwazan û bindestan e. Çimkî emperyalîst û mêtinger dixwazin Serokatiyê bêdeng bikin. Dixwazin Serokatiya me di dojeha Îmraliyê de bifetisînin. Lê vê yekê ji bîr dikin; Serokatî Rûhê Kurdîstanê ye. Rûhê jiyana bi hev re ye. Serokatî ruhê jinên berxwedêr û têkoşer e. Serokatî kenê li ser rûyê zarokan e. Ruhê aştiyek mayînde û bi rûmet e. Em li dijî dagirker, mêtinger û emperyalîstan viya dibêjin; Serokatî jiyan û têkoşîna xwe di ber gelan de daye. Îro jî dora me ye. Îro roja xwedî derketina Serokatiyê ye û xwedî derketin wezîfeya me ye.
Îro roj roja xwedî derketina Serokatiyê ye. Em bang li hemû gelê kurd û azadîxwaz û malbatên xwe dikin. Îro li zîndanan agirê finda ji bo jiyana azad hatiye pêxistin geş û gûr bikin. Em gûr bikin ku ew agir hemû cîhanê ronî bike.”