EDENE - Rêveberê HDP'a Edeneyê Mehmet Kiran, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê gardiyan êrîşî wî kirine û gef lê xwarine. Her wiha Kiran, destnîşan kir ku derûnas û bijîşk çûna qawîşên serbixwe li girtiyan ferz dikin.
Rêveberê HDP'a Edeneyê Mehmet Kiran ku di 24'ê Çileyê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê derket, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Kiran, da zanîn ku ji bo dawîli tecrîdkirina Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan bê, ji 27'ê Mijdara 2018'an ve nêzî 21 girtî bi awayekî komî dikevin greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger. Her wiha Kiran, diyar kir ku girtiyê bi navê Înan Akin jî ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye û got: "Tekane daxwaza girtiyan bidawîkirina tecrîdê ye. Wê girtî çalakiya xwe bidomînin."
'GARDIYANAN LI TANSIYONA ME DINERÎ'
Kiran, anî ziman ku ew jî ji bo 10 rojan ketiye greva birçîbûnê ya domdar û nerdoveger û got: "Ji ber greva birçîbûnê tim davêtin ser qawîşên me û amûrên me belawela dikirin. Bijîşkan tenê carekê muayene kir. Gardiyan li tansiyonê me dinerîn."
‘TEVÎ KÛÇIKAN LÊGERÎNÊ DIKIN'
Kiran, bilêv kir ku li girtîgehê pirtûk û aktîvîteyên civakiyî qedexe ne û lêgerîna li qawîşan tevî kûçikan dihat kirin. Kiran, diyar kir ku ji ber pêkanîna tev li hev bike-li hev bîne girtî naçin hevdîtinê û wexta girtiyên nexweş diçin revîrê an jî nexweşxaneyê gardiyan ji wan re dibêjin "Baqil bin. Em ê li ber kamerayan milê we bişikînin. Kes nikare tiştekî bike." Her wiha Kiran diyar kir ku rewşa Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye pir xirab e û bi tena serê xwe nikare bijî.
'ÇÛNA QAWÎŞA SERBIXWEYAN TÊ FERZKIRIN'
Kiran, destnîşan kir ku li têketina girtîgehê ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan ew derb kirine û got: "Ez û 3 hevalên din li têketina girtîgehê hatin derbkirin. Gardiyanan ji me pirsîn 'hûn ê biçin a aktîf an ya pasîf", me jî got 'em ê biçin a aktîf'. Li ser vê em hîn bêtir derb kirin. Gardiyanan ji me re got 'Hûn ê li vir ji me re bêjin serokê min. Eger hûn nebêjin serokê min, em ê dest û piyên we bişikînin. Divê hûn qet dirûşmeyan berz nekin. An em ê we perîşan bikin.' Hem bijîşk hem jî derûnas çûna qawîşa serbixweyan li girtiyên siyasî ferz dikin. Bi îşkenceyê girtiyan dibin qawîşên serbixwe yan. Divê dawî li vê pêkanînê bê."
MA / Hamdullah Kesen