* Wê di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi dirûşmeya "Wê tarîtiya tecrîdê bê şikandin! Wê meşaleya azadiyê pêkeve! Wê gel bi berxwedanê bi ser bikeve!" mîtîng bê lidarxistin. Parlementerên HDP'î ji bo mîtîngê bang li herkesî kirin û gotin: "Divê herkes bibe Leyla û teqez divê em tecrîdê bişikînin."
* Hêwirgeha Ernesto ku li Sûriyeyê di şert û mercên şerî de hat avakirin, wargeha heywanên nexweş, birçî û ji ber bombeberanê birîndar bûne. Her wiha zarok jî bi heywanan tên terapîkirin. Alessandra Abidîn, ji bo alîkariyê bang li heywanhez, komele û baytarên li Tirkiyeyê kir.
* Rêveberê HDP'a Edeneyê Mehmet Kiran, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê gardiyan êrîşî wî kirine û gef lê xwarine. Kiran, destnîşan kir ku derûnas û bijîşk çûna qawîşên serbixwe li girtiyan ferz dikin.
* Komeleya Mala Hunerê ya Degîrmenê, ligel xebatên xwe yên atolyeyên erbane, gîtar, tembûr, ney û bilûrê, plansaziya çalakiyên cuda jî dike.
* Rojnamevan Seyît Evran, çalakiyên gelê Şêladizê nirxandin û got: "Gelê Başûr li dijî Seddam şer kir û Seddamê dîktator ji axa xwe qewirand. Wê ev rewş li dijî êrîşên tirk jî dewam bike û heta dagirkerî bi dawî nebe wê ev hêrs tim zîndî be."
* Dayika Vezîfe Çelîk, zêdetirî 4 meh in li cenazeyê kurê xwe Tûgay Çelîkê HPG'î yê li Bêşebabê di bombeberana hewayî de jiyana xwe ji dest da, digere û got: "Ma qey wijdanê wan tune ye? hestiyên me jî nadin."
* Bernameya meha sibatê ya Şa Performansê ya li Taksîma Stenbolê diyar bû. Bernameyek tije li benda hunerhez û wêjehezan e.
* Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê dê li Heskif û Kerçewsê namzetên hevşaredariyê bide naskirin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê li Postexaneya Sîrkecî dê nameyan ji Wezareta Dadê re bişîne. (12.30)
* Rêxisitna HDP'ê ya Şirnex dê bi bernameyekê namzetên xwe yên hevşaredaran bide naskirin. (13.00)
* Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Marmara bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên grevabirçîbûnê ya li girtîgehan ên li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û banga tevlêbûna mîtînga 3'ê Sibatê ya li Bakirkoyê pêk bînin, dê li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Stenbolê ya li Aksarayê civînê pêk bîne. (13.00)