AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji welatiyên hatin ber mala wê û silav lê kirin re got: "Beriya her tiştî ez berxwedana we silav û pîroz dikim."
Îro danê êvarî rêveberên HDP'a navçeya Rezanê, ji mebesta piştgiriyê çûn ber mala Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 82 roj in di greva birçîbûnê de ue. Welatiyan li ber avahiyê li çepikan xistin
û dirûşme berz kirin. Li ser vê Leyla Guven jî derket şaneşîna malê û bi nîşana serketinê welatî silav kirin.
Guven ji welatiyan re got: "Merheba ji we re merheba. Beriya her tiştî ez berxwedana we silav û pîroz dikim. Her hebin hevalno, hûn bi xêr hat ser seran û serçavan hatin. Ez pir baş im. Meraqa min nekin. Êvar baş, bi xatirê we."
Li ser vê welatiyan jî bi yek dengî dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û ji ber mala Guvenê çûn.