NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçuk Kozagaçli ku girtî dê darizandin, dest bi kelepçekirî tev li merasima cenazeyê bavê xwe bû.
Bavê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçuk Kozagaçli, Ayhan Kozagaçli duh jiyana xwe ji dest dabû. Selçûk Kozagaçli ku li dijî bêhiqûqî û neheqiyê demek e li girtîgehê ketiye greva biçrîbûnê, destê wê kemepçe kirin û anîn merasima cezayê bavê wî. Komeleya Hiquqnasên Hemdem, li ser hesabê Twitterê wêneyê Kozagaçli yê destê wî bi kelepçe ku tevli merasima cenazeyê bavê xwe bûye parve kir. Di wêne de Kozagaçli, destê wî bi kelepçe ye û li ser gora bavê xwe rûniştiye. ÇHD'ê di hesabê twîtterê (@chdgenelmerkez) de cih da gotina Kozagaçli ya "Kelepçeyên we têr nakin. Em dê bi ser bikevin"