QAMIŞLO - Li Bajarê Qamişlo 75 welatî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan, ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Çalakvanan, diyar kirin ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi israr û berxwedana xwe bendên zindana Amedê şikandin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Li Qamişlo zêdeyî 75 welatî ji bo piştgiriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 82 rojin di greva birçîbûnê de ye, bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Kongreya Star çalakiya greva birçîbûnê li bajarê Qamişlo li dar xist û kon li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li taxa Siyahî li bajêr veda. Şêniyên Qamişlo di seatên sibehê de berê xwe dan kon û beşdarî greva birçîbûnê û çalakiya piştgiriya Leyla Guven bûn. Li kon wêneyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û YPG, YPJ û QSD`ê hatin vekirin. Çalakvanên grevê êlekên ku wêneyên Ocalan li ser in, li xwe kirin. Endama rêveberiya Kongreya Star Xaliya Necar, di çalakiyê de diyar kir ku konê çalakiyê dê 3 rojan bidome û 75 jin û zilam beşdarî grevê bûne. Necar, anî ziman ku ji bo piştgiriya Leyla Guven ew ketine grevê. Xaliya, destnîşan kir ku Guven bi israr û îradeya xwe zindana Amedê şikand û niha jî derveyî zindanê ew berxwedana xwe dewam dike heta ku daxwazên wê pêk bên dê bidomîne û wiha axivî: "Em ê piştgiriya wê bikin heta ku armancên wê pêk tên."
Çalakvanên greva birçîbûnê dirûşmên "Berxwedana zindanan silav dikin”, “Berxwedana Leylayê pîroz e”, “Berxwedan jiyan e” û “Bijî Rêber Ocalan" berz kirin. Welatî Amîra Ebdo ji ANHA re axivî û got: "Em wek jinên Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyê, çalakiyên xwe ranawestînin heta ku daxwazên Leyla Guven pêk werin û tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radibe û em ê her tim piştgiriya hevala xwe Leylayê bikin." Amîra ji civaka navneteweyî xwest çavên xwe vekin û li berxwedana Leyla Guven a li dijî kiryarên dewleta Tirkiyê binêrin û ji bêdengiya xwe derkevin û wiha domand: "Ma ew berxwedana Leylayê nabînin, roj bi roj tenduristiya wê xerab dibe, em bang li kesên ku navê demokratiyê li xwe dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin."
Selîma Mihemed jî teqez kir ku ew ê heta dawiyê li pişt Leyla Guven bin.