STENBOL – Danişîna doza Şebnem Korur-Fincanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesin ên tev li Nobedadariya Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn û doz li wan hat vekirin, hat dîtin. Heyet, ji bo biryarê bide dosya ji bo mutaalayê şand ji dozgeriyê re.
Danişîna doza Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Şebnem Korur-Fincanci, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin ên tev li Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin bûn, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Di danişîna 8'emîn de Onderoglu, Korur-Fincancı û parêzerên wan amade bûn. Nesîn ku tev li danişînê bû îdîayên der barê xwe de red kir. Nesîn, da zanîn ku di çarçoeya darizandinê de 11 rojan girtî maye. Onderoglu û Korur-Fincanci jî îfadeyên xwe yên berê dubare kirin. Heyetê ji bo biryarê bide dosya şand ji dozger re û doz taloqî 27'ê Sibatê kir.