STENBOL – Endamên Însiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re û rêveberên HDP’ê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li dijî tecrîdê daxuyanî dan û xwestin daxwaza Leyla Guven û girtiyên din bê qebûlkirin.
Însiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re ya Marmarayê bi boneya balê bikişîne ser grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Leyla Guven mafdar e, tecrîdê rakin” hat vekirin û dowîzên “Em ê bi sed hezaran di 3’ê sibatê de li Bakirkoyê bin”, “Em hemû Leyla ne” û “Tecrîdê bişkêne û faşîzmê parçe bike” hildan.
'GELÊN ROJHILATA NAVÎN TÊ TECRÎDKIRIN’
Parlamenter Dersim Dag di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku berxwedana Leyla Guven li her deverê belav bûye û got: “Her kes dibêje ‘Leyla Guven mafdar e, bila tecrîdê rabikin.’ Çimkî em dizanin ne tenê birêz Ocalan tevahiya gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin. Heta tecrîd ranebe aştî, azadî û demokrasî nayê vî welatî. Leyla Guven parçeyek ji agir e û ev agir li her deverê belav bûye. Bexwedana di şexsê Guven de li pêş ket divê li her deverên din jî belav bibe.”
Dag ji bo mitînga di 3’ê sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxitsin banga beşdariyê kir.
'GUVEN Û GIRTÎ MAFDAR IN, TECRÎDÊ RAKIN’
Pişt re Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bahçelîevlera Stenbolê Ozlem Noyan daxuyanî xwend û greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên din bi bîr xist û heta daxwaz neyê qebûlkirin dê her roja ku biçe ber belav bibe. Noyan bal kişand ser hevdîtina di 12’ê Çile de Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anî û tahliyekirina Leyla Guven û got: “Desthilatdariya AKP’ê ji me dixwaze ku em vê hevdîtinê û berdana Leyla Guven wek qencî xwaziyê bibînin. Ev ne xweşxwazî ye. Destpêkirina çalakiya Leyla Guven ji bo me baweriya mezinkirina têkoşînê ye. Birêz Leyla Guven û berxwedêrên zîndanan mafdar in. Divê tecrîda şidandî demildest bê rakirin.”
POLÎSAN MEŞÊ ASTENG KIR
Piştî daxuyaniyê komê ji ber girtîgehê heta rêya E5 dest bi meşê kir. Polîsan pêşiya komê girt û komê bi berzkirina dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û” Bijî berxwedana zîndanan” astengiya polîsan şermezar kir. Kom piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan belav bû.