QERS – HDP buroya hilbijartinê ya ewil li Qersê vekir. Di vekirina buroyê de namzetê hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen bersiv da propaganda “HDP dê qezenc bike lê dê qeyûm tayîn bikin” da û got: “Ji bo em rojek bimirin divê em nejîn gelo? Ji bo me jiyankirin berxwedan e. Bi baweriyê serkeftin pêk tê. Em ji bo nirxên pêbawerin siyasetê dikin.”
Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de buroya hilbijartinê ya ewil li Qersê vekir. Buroya hilbijartinê li navenda bajêr cih digire. Di vekirina buroyê de Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, rêveberên HDP, DBP ên bajêr û navçeyan û gelek welatî amde bûn.
‘EM MIZGÎNIYA SIBEROJÊ NE’
Di vekirina buroyê de ji hevşaredaran Şevîn Alaca wiha got: “Em wek HDP’ê parazvanê kevneşopiyek mezin in. Di heman demê de em mizgîniya nûjenî û siberojê ne. Em aştiyek mayînde dikarin bi rêveberiyên herêmî pêk bînin. Divê êdî gelê xwe bi xwe birêve bibe. Em ê mekanîzmayek ku gelê me dikaribe şaredariya xwe birêve bibe ava bikin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Qersê em û gelê xwe dê mil bidin milê hev û bixebitin.”
‘MUXATABÊ ME AKP-MHP YE’
Pişt re namzetê hevşaredariyê Ayhan Bîlgen jî axivî û diyar kir ku ew ê di pêvajoya hilbijartinê ne li dijî muxalefetê ew ê berevajî vê yekê siyasetek li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê birêve bibin û got: “Li Qersê AKP û şîrîkê wan MHP muhatabê me ne. Ji bilî van dê tu polemiyek me ya şexsî çê nebe. Kesên li pişt deriyan gote gotan dikin em ê di 31’ê Adarê de wek mevtayên siyasî îlan bikin.”
‘JI BO EM BIMIRIN DIVÊ QEY EM NEJÎN?’
Bîlgen bersiva propaganda “HDP wê bi ser bikeve lê dê dîsa qeyûm tayînî şûna wan bikin” a ji aliyê hin partiyên siyasî ve tê kirin da û wiha got: “Dema em hatin vir ku qeşa bi serê me de bikeve jî divê qey em neyên? Dema em nefesê distînin ji bo îhtîmala fetisînî heye divê qey em nefesê nestînin? Dema em birçî bibin divê qey em xwarinê nexwin? Ji bo em ê rojekê bimirin divê qey em dev ji jiyankirinê berdin? Ji bo me jiyankirin berxwedan e. Bawerî pêanîn serkeftin e. Em ji nirxên pêbawerin re siyasetê dikin. Em bi gelê xwe bawerin. Em wisa bi bawerin ku em ê lîsteyek xûrt bi ser bikevin.”
Piştî axaftinan vekirina buroyê pêk hat.