DUHOK - Rêxistina Zar, der barê binçavkirinên welatiyan, çalakvanên civaka sivîl yên li Dihok, Şêladiz, binçavkirina xebatkarên televziyona NRT û girtina ofîsa NRT ya li Dihokê daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir ku girtina ofîsa NRT'ê siyaseta kuştina azadiya ramanê ye û wiha got: "Li Herêma Kurdistanê her ku diçe azadiya fikir û raman kêm dibe."
Nerazîbunên li dijî binçavkirina welatiyên Şêlediz û Dihokê her ku diçe zêde dibin. Bertekên li dijî girtina ofîsa NRT ya li Dihokê û binçavkirina rojnamevanan jî mezin dibin. Bi vê boneyê Rêxistina Zar bi dirûşmeya ‘Zextên desthilatê hemberî rojnamevanan zêde bûne’ daxuyaniyek nivîskî belav kir. Rêxistina Zar, diyar kir ku her ku diçe sînorê azadiya fikir û azadiya rojnamevanan li Herêma Kurdistanê kêm dibe û wiha got: "Ev jî ji ber siyaseta ne demokratîk ya desthilata PDK û YNK ku li dijî rojnamevan û qenalên ragihandinê bikartîne pêktê. Di rastiyê ev qenal rastiyê ji bo xelkê radigihînin. Dûbarebûna êrîş kirina ser rojnamevanan û girtina ofîsên qenalên ragihandinê, herwiha binçavkirinên welatiyên sivîl, rastiya desthilatê derxistiye holê. Tê dîtin ku desthilatdarên heyî sînorek metirsîdar li dijî azadiya medenî derxistine pêş. Bi girtina ofîsa NRT jî, ji bilî siyaseta kuştina azadiya fikir a ji aliyê desthilatê ve ti tiştek din nayê kirin. Li rexmê vêjî desthilat dengê azadîxwazan weke ‘tevlîhevî’ binav dikin.”